Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin 2023-09-27 09:37:05   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di encama serdegirtinên malan de 12 kes bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.