Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin 2023-09-27 11:31:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-nivîskar Seyît Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi tevlibûna hezaran kesan hatin oxirkirin.    Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran (Seyît Mahmût Evran) di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aslan Qamişlo jî di encama êrişeke hewayî ya dewleta tirk a di 17’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo definkirina cenazeyên Evran û Qamişlo bi hezaran kes li Qamişloyê hatin gel hev, ji Taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.    Cenazeyê rojnameger Evran bi çîçek û alaya YRA’yê, cenazeyê Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo jî bi alaya YPG’ê û çîçekan hatibû xemilandin. Di merasîma cenazeyê de wêneyên her duyan hatin hilgirtin. Endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin, leşkerî û ewlehî, şêx û rûspiyên eşîrên ereb û kurd, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û hevrêyên Evran û Qamişlo, nivîskar, rewşenbîr û oldar beşdarî meşê bûn.    ‘EM ÎRO DU FERMANDARAN OXIR DIKIN’    Piştî ku cenaze gihiştin goristanê, merasîm hate lidarxistin. Merasîm, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şêro Şero axivî. Şero, wiha got: “Em gelê xwe yê berxwedêr ku li dora têkoşîna şehîdan xwe civîne û li kêleke cenazeyên şehîd Aslan û Seyîd sekinîne, berxwedan û israra we silav dikin. Di şexsê her du şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye. Em îro 2 fermandarên binirx oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê hevrê Rûstem Cûdî, Rûken û Sara bi bîr tînin û ji wan re diyar dikin ku ew ê di dilên me de bimînin û dê ji her xayînekî hesab were pirsîn.”    ‘DÊ ASLAN Û SEYÎD MIZGINIYÊ BIGIHÎNIN RÛKEN Û RÛSTEMAN’   Bi domdarî Şero bal kişand ser têkoşîna Qamişlo û Evran û ev tişt anî ziman: “Têkoşer Aslan ji destpêka şoreşê ve fermandarekî Hêzên Ewlekariya Huddirîn û şêwirmendê şoreşa me bû. Ewlehiya zarok, dayik û destkeftiyên şehîdên me di dirêjahiya salên xebata xwe de parastin, di oxira parastina gel de çavên xwe negirtin. Dê şehîd Aslan û Seyîd mizgîniyê bigihînin Rûken, Sara û Rûstem û silavên we bigihînin wan û ji wan re bêjin felsefeya neteweya demokratîk û şargirtên Rêber Abdullah Ocalan hîna li ser soza xwe ya gihandina heqîqetê ne û ev gel her tim amade ye li dijî dijmin bisekine. Bêguman parastina mafên van şehîdan li ser milê her ferdekî/ê ku metoda wan bigihîne dawiyê.”   ‘PARTIYA ŞEHÎDAN SERÎ LI BER ZILM Û DAGIRKERIYÊ NATEWÎNE’    Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Ger ku xelkek bi vî rengî li dora şehîdên xwe bisekine, bêguman dê ev şoreş bigihije armancên xwe. Partiya me partiya şehîdan e lewma serî li ber zilm û dagirkeriyê natewîne. Hevrê Seyîd bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da. Li ser şopa şehîdên çapemeniya azad, ji bo dengê gelê xwe, rûyê hovîtiya dewleta tirk a dagirker ji cîhanê re aşkera bike, meşiya. Têkoşer Seyîd sînorên zehmetiyan nas nedikir. Ji ber heqîqetê raber bike, li hemberî tevahiya rewşên zehmet sekinî û gelek rojnameger li ser vê prensîbê perwerde kirin.”   ‘BI DILNIZMÎ Û RÛKENIYA XWE DIHAT NASKIRIN’   Têkildarî Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Aslan bi ruhê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate naskirin. Di aliyên perwerde, parastina hundirîn û aliyê civakî de bê dudilî xebat kir. Bi eşq û baweriyeke mezin li ser rêxistina gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî xebat kir. Li tevahî qadên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya. Ji lew re divê em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir bikin, da ku em mafên wan bidinê û armancên wan pêk bînin. Heke gelê me îro li dora şehîdan hatibe cem hev, wê demê divê em nehêlin xayîn li ser xaka me bijîn. Divê em wan ji xaka xwe ya pîroz derxin. Ger ew yek pêk hat, wê demê em hêza rêxistina gel nîşan didin.”    'DENGÊ GELÊ XWE GIHAND CÎHANÊ'   Ji hempîşeyên Evran, Stêrk Gulo jî li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) axivî û wiha got: “Şehîd Seyîd ji 30 salî ve hevrêyê min e û şehîd Aslan jî ji 25 salan ve hevrêyê min e. Em nikarin mafên şehîdan bi axaftinan bidinê. Seyîd ji gelê Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr hez dikir. Kurdê navçeya Hênê ya ku di Şoreşa Şêx Seîd de li dijî zulm serî hildaye. Seyîd got ‘bapîrê min tevî Şêx Seîd têkoşiya û ez neviyê wî me û kurdek im û dixwazim gelê min azad bibe.’    Ji Zap heta Qendîlê û Zagrosan têkoşiya. Şervan, fermandar û rojnameger bû û rojekê ji bo îsbatkirina heqîqetê gav bi paş ve neavêt. Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Seyîd berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe têkoşiya da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûsa û nivîsên hevrê Seyîd bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahî Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû.   Ragihandina azad bîrewerekî mezin winda kir. Di dirêjahiya 24 salan de Seyîd fedakariyên mezin di çapemeniyê de dan. Her kesî jê hez kir. Divê em bi pênûs û çeka xwe wî her tim zindî bihêlin. Bi hezkirin û îsrareke mezin em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bikin û her tim hildin çeka wan.”   Piştî axaftinan, wesîqeyên rojnameger Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo radestî hevalên wan hatin kirin.    Herî dawî jî cenazeyên Evran û Aslan hatin oxirkirin.