Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin 2023-09-27 15:51:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Arti Medyayê, aşkere kir ku Arti TV dê bi rêya medyaya dîjîtal weşana xwe bidomîne û Arti Gerçek jî dê were nûkirin.    Weqfa Arti Medyayê derbarê Arti TV ku di sala 2017’an de dest bi weşanê kir û weşanên Arti Gerçekê de biryareke nû girt. Li gorî biryarê weşana TV’yê ya li ser peykê dê di 30’ê îlonê de bi dawî bibe. Portala haber Arti Gerçekê jî dê were nû kirin û rêya xwe bidomîne.