Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî 2023-09-27 16:07:50   MÊRSÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bi bîr xist ku waliyê Mêrsînê ji bo wî gotiye; “Bozan kolan bi kolan digere. Sibe dusibe dê tiştek were serê wî” û wiha bertek nîşan da: “Hedê te nîne tu qala xebatên me bikî.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan têkildarî gotinên Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan ên derheqê wî de daxuyanî da. Daxuyanî li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Toroslarê hate dayîn. Parlamenter Perîhan Koca û gelek endamên partiyê tev li daxuyaniyê bûn.    Bozan, bi bîr xist ku walî derheqê wî de gotiye; “Ew Bozan kolan bi kolan digere. Sibe dusibe dê tiştek were serê wî.” Bozan, wiha domand: “Çendek roj berê waliyê Mêrsînê li navçeya Akdenîzê çûye serdanekê û xebatên partiya me hedef girtiye. Waliyê Mêrsînê, axaftina li ser xebatên me hedê te nîne. Partiya me sêyemîn mezintirîn partiya vî bajarî ye û heddê te nîne tu gotinan ji parlamenterê vê partiyê re bikî. Me peyama te girt. Bersiva me jî ev e; em ê ji îro û şûnde zêdetir bixebitin û bêhtir di nava gel de bin. Heke ev xebatên me we aciz bikin, wê demê em ê we bêhtir aciz bikin. Em natirsin, paşvegav jî navêjin. Ji vir û şûnde bi qasî misqalê zirarek bigihije hevalên me, berpirsyar waliyê Mêrsînê ye. Dibe ku sibe dusibe rabe daxuyaniya me biderewîne. Li şûna derewandinê, bila rabe vê nearamiya ketiye nava gel ji holê rake. Bila pirsgirêkên esasî yên Mêrsînê, rojeva me ya sereke be.”    'JI XEBATÊN ME ACIZ BÛN’    Piştre jî Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca axivî û ev tişt anî ziman: “Ji roja hilbijartinan heta niha weke parlamenterên vî bajarî em kolan bi kolan dixebitin. Xuyaye ku ji van xebatan aciz bûne. Wî hedî di xwe de dibîne ku derheqê parlamenterên bi îradeya gel hatine hilbijartin de biaxive. Em, axaftinên kesên hatiye tayînkirin ên derheqê kesên hatine hilbijartin de qebûl nakin. Em ê di nava gel de bin û birêxistin bikin. Em ê tevî gel bersivê bidin vê rêveberiya faşîst.”