Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin 2023-09-28 09:00:46   AMED - Bi ser qetilkirina Ceylan Onkol a 12 salî re 14 sal derbas bûn. Kiryarên Ceylanê hê jî nehatine dîtin, lê piştî wê herî kêm 228 zarok bi heman "çarenûsê" re rû bi rû man.    Ceylan Onkol di 12 saliya xwe de, di 28'ê îlona 2009'an de li mezrika Xanbazê ya gundê Kanîspiyê yê Licêya Amedê gava heywanên xwe diçêrand, bi guleyeke hawanê hat qetilkirin. 14 sal di ser kuştina Ceylanê re derbas bûn, lê heya niha kesek jî nehatiye darizandin. Piştî Ceylanê gelek zarok bi heman aqûbetê re rû bi rû man.    PIŞTÎ CEYLANÊ 228 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di navbera 2011-2021'ê de herî kêm 228 zarok hatine kuştin. Piraniya kiryarên van zarokan nehatine darizandin û yên hatine darizandin jî yan beraet kirine yan jî cezayekî hindik li wan hatiye birîn.    PARÊZER ZEYTÛN BAL KIŞAND SER BÊHIQÛQÎTIYAN   Ji parêzerên malbata Onkolê Abdûllah Zeytûn pêvajoya dozê û polîtîkaya bêhiqûqîtiyê nirxand. Zaytûn ku got "Helwesta bêcezahiştinê ya darazê, tenê hêleke helwesta dewletê ya li hemberî kurdan e" polîtîkayên li ser esasên "ewlehîparêziyê" rexne kirin.    Zeytûn bibîr xist ku têkildarî mirina Onkolê biryara "lêgerîna daîmî" hatiye dayîn û wiha pê de çû: "Di biryara navborî de 'delîl û raporên di dosyeyê de ji bo dîtina kiryaran kêm in' wekî hincet hat nîşandan. Lê belê vekolîna li cihê bûyerê piştî bûyerê bi 3 rojan û tew ji aliyê meleyê gund ve hat kirin. Parçeyên materyalên aîdî çeka ku Ceylan pê hat kuştin ji aliyê kesên serbixwe û pispor ve nehatin berhevkirin. Karê otopsiyê jî di nav de hemû kar û barên edlî yên din li gor usûlê nehatin kirin. Ev bêhiqûqîtiyên berbiçav in. Lêpirsîn ji destpêkê ve li dijî hiqûqê hat kirin, çendî me ev yek destnîşan kir jî kiryar nehatin tespîtkirin û darizandin."    BIRYARA DMME'YÊ   Zeytûn diyar kir ku têkildarî kuştina Onkolê du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha domand: "DMME, di biryara xwe ya 2017'an de biryara binpêkirinê neda. Di biryarên DMME'yê de tiştên razber hebûn; alîgiriya meqamên darazê û karên wan ên biqisûr, raporê hêzên dewletê esas hatin girtin û biryar li gor wê hat dayîn. DMME bi vê biryara xwe bû şirîkê polîtîkaya bêcezahiştinê ya meqamên darazê ya Tirkiyeyê."    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ   Zeytûn bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tundiya di çarçoveya neçareserkirina meseleya kurd de li hemberî kurdan tê kirin, ne li derî darazê ne. Lê helbet divê mirov wê tenê wekî pirsgirêkeke pergala darazê nenirxîne. Ev nêrîn di heman demê de hêla polîtîka a pirsgirêkê dide der. Pêkanînên bêcezahiştinê yên darazê ku bi israr didomîne, ne li derî hêla siyasî ya meseleyê ne."    MA / Eylem Akdag