Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin 2023-09-28 09:01:26   STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku li Tirkiyeyê di serî de meseleya kurd navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye û got: "Ger deriyên Îmraliyê vebin, dê deriyên serdemeke nû jî vebin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 31 meh in tu xeber nayê girtin. Ji ber vê fikarên der barê Îmraliyê de zêde dibin. Lê li gel vê li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin.   Siyasetmedar Nûrsel Aydogan têkildarî tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya kurd axivî.    Nûrsel Aydogan   ‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ' ÇIMA BI DAWÎ BÛ?   Aydogan anî ziman ku "pêvajoya çareseriyê" ku dihat armanckirin meseleya herî mezin a Tirkiyeyê meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, ji aliyê detshilatê ve hatiye bidawîkirin û li welêt rêbazên "şer" car din dest pê kiriye. Aydogan, bibîr xist ku civaka Tirkiyeyê piştgiriya pêvajoya çareseriyê kiriye û got: "Faktora herî mezin a xerakirina vê pêvajoyê, ew bû ku ev pêvajo bi kêrî desthilatê nedihat. Li Tirkiyeyê tu carî atmosfereke aştiyê ya bi vî rengî çênebûbû. Şer û pevçûn bi dawî bûbûn, sermayeyên navneteweyî hatibûn Tirkiyeyê, aboriya welêt xurt bûbû. Moral û hêviyeke mezin çêbûbû. Ev atmosfer bandor li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê kiribû. Ger ev mesele bihata çareserkirin, niha Tirkiye di pozîsyoneke pir cuda de bû."    GER DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN...   Aydogan, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelek ked daye û wiha dom kir: "Di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê û bi giştî hemû gel dîtin ku dê çareserî bi Ocalan re bê." Aydogan, bilêv kir ku piştî ku dilsoziya gelan a ji bo Abdullah Ocalan zêde bûye û bandora geşedanên li Rojava, desthilatê dîtiye ku dê ev pêvajo bi kêrî wê neyê û car din vegeriyaye pêvajoya şer û got ku ev pêvajo cara ewil bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye.    Aydogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku xwestin vê pirsgirêkê bi şer ji holê rakin, di cî de deriyên Îmraliyê qefilandin. A rast bi vê biryarê re Îmralî hat girtin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ya bi şandeyê re wiha gotibû; 'Dibe ku ji niha û pê ve hevdîtin çênebin. Ger hevdîtin çêbibin, lê ne bi parêzerên min re be û ne li ser çareserkirina meseleya kurd be, ez jî hevdîtinê nakim.' Wekî encam ez dixwazim vê bibêjim; pêwendiya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û tecrîdê de têkiliyeke mezin heye. Ji lew re her kes dizane, ger deriyê Îmraliyê vebin dê deriyên heyameke nû, pêvajoyeke nû vebin."    Aydogan, destnîşan kir ku desthilat dê nikaribe meseleya kurd bi rêbazên şer çareser bike. Aydogan, gotinên Abdullah Ocalan ku gotibû "Ez ê vê meseleyê di hefteyekê de çareser bikim" bibîr xist û got ku di sedsala duyan a komarê de ev mesele tenê dê bi Ocalan bê çareserkirin.    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALIYÊ YE'   Aydogan, bilêv kir ku bandoreke mezin a nêrînên Ocalan li ser gelan heye û wekî îrade tê dîtin û got ku ji ber vê gel ji bo xelasiya ji hemû krîzan îşaret bi Îmraliyê dikin. Aydogan, detsnîşan kir ku herî zêde desthilat bi vê dizane û êrişên desthilatê yên li ser kesên behsa tecrîdê bi vî awayî rave kir: "Wekî Mervan Yanardag gotî, 'Birêz Ocalan dehayek e, hêza wî gelekî mezin e.' Anku tenê Mervan Yanardag vê yekê nabîne. Rayedarên herî bilind ên dewletê jî vê dibînin. Ji lew re ew jî dizanin ku gava Abdullah Ocalan daxilî nava meseleya dibe, mesele tên çareserkirin. Çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye, lewma divê tecrîda li wir bi dawî bibe."    Aydogan, di dawiya axfatina xwe de bang kir ku divê hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz li dijî tecrîdê rabin.    MA/ Ergîn Çaglar