Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê 2023-09-28 09:22:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Bafil Talabanî bi piraniya dengan dîsa weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin.    Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê duh 5’emîn Kongreya Asayî ya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) dest pê kir. Kongre li Eywana Hunerê ya Silêmaniyê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek nûnerên partiyên siyasî yên Iraqê hate destpêkirin.   Di kongreyê de 600 delegeyan deng bi kar anîn. Bafil Talebanî bi piraniya dengan careke din weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin. Her wiha delegeyan bi yekdengî Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed ji ber rol û hewlên wan ên di dîroka YNK’ê de weke “Sembolên Bilind ên YNK’ê” destnîşan kirin.