MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir 2023-09-28 16:35:10   AMED - MED TUHAD – FED dê di 30’yê îlonê de Kongreya Asayî ya 2’yemîn li dar bixe û banga beşdariya kongreyê kir.    Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TUHAD-FED) dê di 30’yê îlonê de Kongreya xwe ya Asayî ya 2'yemîn li Hotêla Demîr li dar bixe. Hevsrokê MED TUHAD - FED Zekî Baran banga beşdariya kongreyê kir û got: “Em hemû gelê xwe ji bo rêxistinkirina malbatên girtiyan, ji bo em bibin dengê girtîgehan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hemû gelê xwe vedixwînin kongreya xwe ya di 30’yê îlonê de.”