Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin 2023-09-28 21:33:29   ENQERE - Dadgeha Bilind, di doza Parka Geziyê de Osman Kaval û Can Atalay jî di nav de cezayên li 5 kesan hatibû birîn erê kir û der barê Mucella Yapici û 2 kesên din de jî biryara berdanê da.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, 18 cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê ji ber çalakiyên Parka Geziyê di 25'ê Nîsana 2022'yan de li Osman Kavala, Can Atalay, Tayfûn Kahraman, Mîne Ozerden û Çîgdem Mater Ûtkûyê hatibû birîn erê kir. Daîreya Ceza hikumê der barê Mucella Yapici û Alî Hakan Altinay de jî xera kir û biryara tehliyeyê da.