'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome' 2023-09-28 23:02:06   STENBOL- Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan ku bi malbatan re civiya, got: "Heya birêz Ocalan û Kurdistan azad bibe dê têkoşîna me bidome."    Bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) bi dirûşmeya "Em bi malbatên xwe re jiyana rêxistinkirî û azad mezin dikin" li avahiya HDP a Sancaktepe ya Stenbolê bi malbatan re hevdîtin hat kirin.    Li hêwana hevdîtinê pankartên li ser "Em bi malbatên xwe re jiyana rêxistinkirî û azad mezin dikin" û “Tecrît suçê mirovatî  ye, em e teqez tecrîdê bi dawi bikin” nivîsandî hatin daliqandin. Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), parlementerên Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk, Omer Ocalan, Kezban Konûkçû, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mûrat Kalmaz, endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û gelek kes tevlî hevdîtinê bûn.    'EM DEYNDARÊN ABDULLAH OCALAN IN'   Ewilî Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Evîn Genç axivî. Gençê her kesî silav kir û destnîşan kir ku dê tevî hemû astengiyan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin û yekîtiya xwe xurttir bikin. Paşê Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Şafî Erol axivî. Erol jî bilêv kir ku ew dixwazin wekî hemû gelên cîhanê azad bin û got: "Em vê zilmê qebûl nakin. Ez ji ciwanan û têkoşînê bawer dikim û yeqîn dikim ku dê ev têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan axzad bike."    Aktivîsta TJA'yê Ulker Ozadîktî jî bilêv kir ku ji bo bidawîbûna êşan teqez divê yekîtî çêbibe û bal kişand ser operasyonên li Kurdistanêç Ozadîktiyê wiha domand: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser me hemûyan e. Heya ew azad nebe dê tu kes ji me ne azad be. Em jin deyndarê birêz Ocalan in. Em ê vî deynê xwe jî bi bilindkirina têkoşînê bidin."    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî li hev kom bûne û bal kişand ser êrişên li her çar beşên Kurdistanê. Ocalan destnîşan kir ku gelê kurd li dijî van êrişan bi awayekî bihişmet li ber xwe dide û got ku ev têkoşîn ji Bendava Çûbûkê ya Enqereyê dest pê kiriye û li Kurdistanê domandiye. Ocalan wiha axivî: "Bi hatin birêz Ocalan a Amarayê re têkoşîna Kurdistanê dest pê kir. Berê komkujiyên li Dersim û yên din çêbûbûn. Lê ciwanên kurd bi têkoşîneke cuda û bi taktîkeke cuda dan ser rê. Gava birêz Ocalan û hevalên wî cara ewil hatin Amarayê, behsa azadiya Kurdistanê kirin. Bavê wî Omer Ocalan, ji birêz Ocalan re got 'Meseleya kurd meseleyeke dijwar e, ê daxilî vê meseleyê bibe dê bişewite.' Lê gelên vî zarokî daxilî nava vê meseleya dijwar bûn û bedêlên mezin dan. Ev bedêl xwedî manewiyat û wijdanekî mezin in. Malbatên me yên niha li vir, canê xwe dane. Zarokên me yên herî hêja ji bo Kurdistaneke azad canê xwe dan. Birêz Ocalan 31 meh in tê tecrîdkirin. Lê gelê me li her çar beşan li dijî etcrîdê têdikoşe. Heya birêz Ocalan û Kurdistan azad bibe dê têkoşîna me bidome."