Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere 2023-09-29 11:08:09   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku kongreya wan dê yekitiya neteweyî ya kurd jî pêş bixe û wiha got: “Em ê rewşa neyînî ya hilbijartina dawî biguherînin û dê tabloyeke cuda ava bibe.”    Partiya Çepên Kesk amadekariya yek ji mezintirîn kongreyên di nava 30 salên dawî de dike. Demekî kin piştî hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê, partiyê bi gel re bi sedan civîn li dar xist. Di civînan de pêşniyar hatin kirin û xeta polîtîk a serdema nû hate diyarkirin. Partiya Çepên Kesk, bi fikra “Em ê li benda çareseriyê nesekinîn, ji bo çareseriyê têbikoşin” hewl dide guherîneke xurt pêk bîne.    Partiya Çepên Kesk dê kongreya xwe di 15’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji bo Azadiyê” li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar bixe. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî kongreyê axivî û got ku amadekariyên wan bi coşeke mezin berdewam in.    Tîryakî, got ku xebatên wan ên ji bo amadekariya kongreyê berdewam in û ev tişt anî ziman: “Di mijara eywana kongreyê de wezaretê astengî derxist. Kongreyên HDP’ê yên berê li Eywana Sporê ya Sergirtî ya Arena ya Enqereyê dihatin lidarxistin. Me xwest li wir li dar bixin lê Wezareta Ciwan û Sporê destûr neda. Lewma em ê li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar bixin. Jixwe coşa kongreyên me li hundirê mekanan namîne û diherike derve. Dê vêcarê jî wisa be.”    ‘DÊ KONGREYEKE BICOŞ BE’   Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku yek ji xebatên kongreyê jî anîna mêvanan e û wiha dom kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhestinê, xebatên me berdewam in. Her wiha xebatên diyarkirina kesên dê di lijneyên biryardayînê yên navendî de cih bigirin didomin. Qada dîplomasiyê jî yek ji van qadan e. Me ji her çar aliyên cîhanê kes vexwendine kongreyê. Ji Rojhilata Navîn heta Efrîqa û Ewropayê, me gelek kes vexwendin kongreya xwe. Em dikarin bibêjin ku dê kongreyeke bicoş be.”    ‘DÊ EV KONGRE YEKITIYA NETEWEYÎ JÎ PÊŞ BIXE’   Di berdewamê de Tîryakî da zanîn ku şandeyeke ji Partiya Çepên Kesk dê beriya kongreyê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha derbirî: “Dê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bikin û vexwînin kongreyê. Di vê serdemê de nîqaşên yekitiya neteweyî zêde ne û di demekê ku êrişên li dijî yekitiya kurdan zêde dibin de kongreya me dê bandoreke erênî li yekitiya neteweyî bike. Bêguman erkeke wiha ya Partiya Çepên Kesk nîne lê yek ji rojevên wê ya herî girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk a li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”   PÊVAJOYA JINÛVESAZKIRIN Û AVAKIRINÊ    Parlamenter Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî kongre û pêvajoya jinûvesazkirin û avakirinê jî ev nirxandin kir: “Anku ji hêla bîrdoziyê ve nîqaşeke me nîne. Di stratejiya me ya bingehîn de guhertinek nîne. Lê têkildarî polîtîkayên dem bi dem tên meşandin û karên navxweyî çendek pirsgirêk hebûn û nîqaş li ser wan in. Gelek kes hewl didin me weke partiyeke tenê bi pirsgirêka kurd re eleqedar nîşan bidin. Me di civînên gel de dît ku pirsgirêkên kurdistanî baş nakin rojev û di vê mijarê de me çareserî pêş nexistine. Her wiha yek ji mijarên herî zêde em li ser disekinin, tecrîd e. Lê gelê me got ku hûn baş li ser mijara tecrîdê nasekinin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên pêwîst naavêjin. Her wiha li dijî polîtîkaya me ya tifaqan çendek rexne hebûn. Em jî dê di çarçoveya jinûvesazkirinê de, di mijara rêveberiya demokratîk a navxweyî gavên girîng biavêjin. Gava vê ya ewil jî dê bibe kongre. Gava duyemîn jî dê bibe diyarkirina namzetên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya di 31’ê adara 2024’an de.”     ‘BI KONGREYÊ RE DÊ TABLOYA HEYÎ BIGUHERE’   Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyand ku dê tabloya heyî bi kongreya partiya wan biguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kevneşopiya me herî zêde deng di hilbijartina 7’ê Hezîranê de wergirt. Hema hema ji her bajar, navçe û bajarokên Tirkiyeyê dengên zêde wergirt. Her wiha li derveyî welat em bûn partiya duyemîn. Ne tenê li rojhilatê welêt, li rojavayê welêt jî em bûn partiya duyemîn-sêyemîn. Lê di hilbijartinên 1’ê mijdarê de ev rêjeya dengan ket. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de me hinek komî ser hev kir lê di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de ev rêjeye pir ket. Hejmara parlamenteran daket. Em dixwazin bersivê bidin vê. Dê kongreya me vê tabloyê biguherîne û bibe destpêkek. Firsenda ewil jî hilbijartinên rêveberiya herêmî yên 31’ê adarê ne. Xebatên me li qadan berdewam in. Dê piştî kongreyê jî lezê bidin xebatên xwe. Xebatên hilbijartinê di 1’ê çileyê de dest pê dikin lê em ê amadekariyên xwe zû bidin destpêkirin û belkî namzetan jî diyar bikin.”    ‘EM Ê FORMÛLA ÇARESERIYÊ NÎŞAN BIDIN’    Tîryakî, anî ziman ku weke partî ew hewl didin bi têkoşîna xwe pirsgirêkên welêt çareser bikin û wiha pê de çû: “Erê rast e hêza me nîne ku tevahiya pirsgirêkê çareser bikin. Me heta niha her tim ji bo rêveberiya welêt têxin nava tevgerê polîtîka meşand. Lê tenê bi gotina ‘van pirsgirêkan çareser bikin’ re nabe. Divê em formûla çareseriyê jî deynin holê. Dê cudahiya vê serdemê jî ev be. Daxuyaniya me ya têkildarî vê mijarê ya herî girîng jî dê di roja vekirina Meclisê de were dayîn. Dê formûl û belgeya helwestê were ragihandin.”    ‘EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN KONGREYÊ’   Tîryakî, got ku ew dixwazin kongreya xwe weke pîrozbahiyekê li dar bixin û ji bo tevlibûnê ev bang kir: “Em dixwazin gel jî tev li vê coşê bibe. Dê ev kongre ruhekî bide hilbijartinên 31’ê Adarê. Banga me ji bo gelên me ew e ku tev li vê kongre û coşê bibin.”   MA / Selman Guzelyuz