Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin 2023-09-29 12:28:47     DÊRSIM - Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin.    Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt dema li Taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Têkildarî rojnameyê tu biryarên komkirinê nînin lê dîsa jî polîsan dest danîn ser rojnameyên Bokurt.    Polîsan têkildarî binçavkirinê tu sedem nîşan nedan. Hat zanîn ku di dema binçavkirina Bozkurt de Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî helwesta polîsan dan û hewl dan ku polîs Bozkurt binçav nekin. Kordu, got: “Derheqê rojnameyê de biryara komkirinê nîne. Ji bo şexsê jî tu biryareke binçavkirinê nîne. Hûn bi kîjan sedemê binçav dikin?” Kordu got ku binçavkirineke keyfî ye.    Tevî hemû nerazîbûnan jî Bozkurt ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin. Bozkurt, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.