Ozalp ê OHD’î hate berdan 2023-09-29 12:51:31 STENBOL - Parêzer Lezgîn Ozalp ku bi lêdanê hatibû binçavkirin hate berdan.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Lezgîn Ozalp ku li pêşiya Şaredariya Kagithane ya Stenbolê bi lêdanê hatibû binçavkirin, hate berdan. Ozalp, çûbû stargeheke heywanan û rageşî derketibû. Ozalp, ji hêla peywirdarên ewlehiyê yên stargehê ve hatibû derbkirin. Li cihê bûyerê polîs hatibûn sewqkirin. Polîsan jî Ozalp derb kirin û bi îdiaya “bi qesdî birîndar kiriye” binçav kirin.    Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li dozgeriyê, Ozalp hate berdan. Hat zanîn ku Ozalp dê giliyê peywirdarên ewlehiyê û polîsan bike.