Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir 2023-09-29 13:10:33   AMED - Welatiyan li Amedê bertek nîşanî bihakirina heqê rê dan û gotin: “Em nikarin debara xwe bikin. Em hatine ber firînekê, hindik maye em bikevin.”    Li Amedê carek din heqê rê hat bihakrin. Bi vî awayî di nava 4 mehan de cara sêyemîn e heqê rê tê bihakirin. Odeya Kooperatîf û Şofêrên Otobusên Gel daxwaz kir ku di rêjeya ji sedî 50’î zem bê kirin. Şaredariyê bersiva vê yekê da û ji sedî 36 heqê rê bihakirin. Bi bihakirina dawî re heqê rê yê dolmîşan ji bo xwendekaran ku 6 lîre bû kirin 8 lîre û heqê rê yê tam ku 10 lîre bû derxistin 14 lîreyan. Heqê rê yê otobusên şaredariyê û dolmîşên gel jî yên xwendekaran kirin 6 lîre û heqê rê yê tam jî kirin 10 lîre.    Xelkê Amedê dijî heqê rê ku hatiye bihakirin nerazî ye û gilî û gazinên xwe tînin ziman.    ‘HEYFA MIN LI CIWANAN TÊ’    Azîze Çaliş a 75 salî bertek nîşanî bihakirina heqê rê da û got: “Em extiyar in zêde dernekavin, lê heyfa ciwanên me, ew bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Heyf û guneh ewqas heqê rê biha dikin. Şaredariya Amedê qediyaye, kêrî tu tiştekî nayê.”    Dilşa Ûgûr (43) jî diyar kir ku du xwendekarên wê hene û got: “Êdî em naxwazin zem bên kirin. Em nikarin debara xwe bikin. Her tim em li dolmîş û otobusan siwar dibin. Du xwendekarên min hene û mehane tenê 10 hezar lîre tê mala me. Em nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin. Çûnehata me û zarokan… Gelek pere diçe. Pere têra heqê kirê, mitbex, mesrefên dibistanê yên zarokan nake.”    Mihrîban Bulbulcu jî got: “Hevjînê min tenê dixebite. Em di kirê de rûdinên. Çûn û hatina sûkê 30 lîre diçe. Êdî em ê çi bikin, em jî nizanin.”    KESA DENGÊ XWE DAYE AKP'Ê JÎ BI GAZIN E    Naciye Dûran a ku dibêje wê raya xwe daye AKP’ê jî wiha got: “Her roj zem her roj zem. Me got belkî tiştek rast bibe, me raya xwe da AKP’ê. Lê her roja ku diçe her tişt biha dibe. Em çi pirs dikin, biha ye. Em viya qebûl nakin.”    Zekiye Baran a xwendekara zanîngehê jî wiha axivî: “Ez rojê 5-6 caran li dolmîşê siwar dibim. Jixwe em nikarin debara xwe bikin, ji ber van bihakirina rê jî qet em nikarin debara xwe bikin. Divê ji bo xwendekaran tiştek bê kirin. Em hem neçarin bixwînin hem jî neçarin bixebitin.”    ROJNAMEVAN RENÇBER: EM JÎ NIZANIN EM Ê ÇI BIKIN    Rojnamevan Mahsûm Rençber jî got kartê wî yê çapemeniyê heye û di nava rojê de gelek car li otobusê siwar dibe. Rençber anî ziman ku ji ber ku gelek caran otobus tije ne an jî nayên ew neçar dimîne ku li dolmîşê siwar bibe û wiha got: “Ji bo em rojnamevan in divê em bi lez biçin û bên. Carna otobus dereng tên û neçar dimînin li dolmîşa siwar dibim. Bifikirin rojê çar pên caran siwar bibim, dike 40-50 lîre. Dema tu mehane hesabê vê yekê dike, pir pereyek zêde dike. Heke em niha rabin şofêrên dolmîşan neheq bikin, ev jî dibe şaşîtî. Niha krîzek aborî heye. Em tenê heqê rê bidin, em çi bikin em jî nizanin.”    ‘FEQÎR JI BIRÇÎNA DIMIRIN’    Emîne Okter jî da zanîn ku ew bi meaşê bavê xwe yê teqewîd li du zarokên xwe yên nexweş dinêre û got: “Em naxwazin heqê rê were bihakirin. Feqîr û hejar talan bûn. Ev çi zem in? Em nikarin debara xwe bikin. Feqîr ji birçîna dimirin.”    ‘WELAT PERÎŞAN BÛYE’    Mehmet Cebe yê teqawîd bûye jî destnîşan kir ku berpirsiyarên zeman serokkomar e û got: “Vê hikûmetê welat û xelkê welat perîşan kiriye. Welat topa avêtiye. Em li ber firînekê ne, hindik maye em bikevin. Çare ew e ku xelk raya xwe nede wan.”