Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye 2023-09-30 09:04:00   STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku komploya navneteweyî konsepteke kesên komplo plan kirin û birêxistin kirin e û wiha got: “Niha ji bo azadiya birêz Ocalan bingeheke hiqûqî çêbûye. Lê ji bo vê têkoşîna civakî û polîtîk girîng e.”    Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku mudaxileya ewil a hêzên kûrewî ya li dijî Rojhilata Navîn e, dikeve sala 26’an. Komploya navneteweyî, piştî ku Sûriyeyê serî li ber zextên navneteweyî tewandî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berê xwe da Ewropayê dest pê kir. Pêvajoya komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û heta di 15’ê Sibata 1999’an de anîna Tirkiyeyê berdewam kir. Di vê pêvajoyê de komplo ji hêla hêzên kûrewî ve hate birêxistinkirin û tu serlêdanên îltîcayê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nehatin qebûlkirin. Tevahiya hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin. Her wiha bi destpêkirina komployê re dîzaynkirina Girtîgeha Îmraliyê jî dest pê kir ku Abdullah Ocalan weke “Darbest” pênase dike.    Piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li Girtîgeha Yekkesî ya Îmraliyê hate bicihkirin ku bi awayekî taybet hatibû dîzaynkirin. Piştî çavdêrî û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Girtîgeha Îmraliyê weke Tîpa F hate guherandin û dîsa birin hucreya bi awayeke taybet hatiye dîzaynkirin. Abdullah Ocalan di 17’ê mijdara 2009’an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate kirin ku li Girava Îmraliyê nû hatibû avakirin, li gorî girtîgeha din biçûktir û şertên wê hêj girantir bû. Bi girankirina şert û mercên Îmraliyê re êdî astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re yên bi hincetên “Keştî xerabe ye” veguherî sepaneke sîstematîk. Piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê, 6 mehan biryara qedexeyê hatibû dayîn û piştre jî êdî hinceta “cezayên disiplînê” bû rêbaza astengkirinên nû. Abdullah Ocalan diyar kir ku sedemên siyasî û hiqûqî yên vê rewşê hene û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin.    Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî avakirina Girtîgeha Îmraliyê ya di pêvajoya komployê de, rola hêzên komploger a di tecrîdê de û rewşa agahînegirtina mutleq bi ajansa me re axivî.    PÊVAJOYA JINÛVEAVAKIRINA ÎMRALIYÊ   Yureklî, da zanîn ku beriya girtina Abdullah Ocalan, di 4’ê sibata 1999’an de CIA (servîsa îstîxbaratê ya derve ya sivîl a Hikûmeta Federal a DYA’yê) û MÎT’ê civîneke “veşartî” li dar xist, ji bo jinûveavakirina girtîgehê protokol îmze kirin û biryar dan. Yureklî, wiha domand: “Di encama vê civînê de biryar hate dayîn ku Girtîgeha Giravê bi tevahî were valakirin û jinûve were avakirin. Van hêzan kirin ku birêz Ocalan di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derkeve. Di çarçoveya vê protokolê de Girava Îmraliyê hate valakirin û ji bo şexsekî hate avakirin. Xistin ber herêma ewlekariya bilind û piştî anîna birêz Ocalan jî xistin ber herêma qedexe ya leşkerî. Tu bingeheke hiqûqî ya avakirina Girtîgeha Îmraliyê nîne.”    PERGALEKE NAVNETEWEYÎ YE    Bi domdarî Yureklî anî ziman ku di nava 25 salan de Girtîgeha Îmraliyê veguheriye pergaleke navneteweyî û wiha got: “Di bin venihêrîna navenda krîza awarte de ye. Sepanên li Îmraliyê jî bi temamî ji bo teslîmgirtina îradeya mirov xistine meriyetê. Rayedarên dewletê yên wê demê di navbera xwe de nîqaşa ‘gelo em di rojekê de bikujin an her roj dubare dubare bikujin?’ meşandin. Di dawiya dawî de li ser îşkenceyê li hev kirin. Girtîgeha Îmraliyê, konsepteke aqilê ku komplo plan kirî û birêxistin kirî ye. Divê mirov bi vî awayî fêm bike.”    HIQÛQA ÎNFAZÊ Û ‘QANÛNÊN OCALAN’   Di berdewamê de Yureklî diyar kir ku sepanên “derhiqûqî” yên li Girtîgeha Îmraliyê di navbera salên 1999 û 2005’an de bi awayekî fiîlî hatin meşandin û wiha pê de çû: “Piştî sala 2005’an jî ev sepan kirin qanûn û bandor li hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê kir. Li cihekê ku hevdîtina parêzeran nayê kirin tu wateya sererastkirina hevdîtina parêzeran, qeydkirina dengê hevdîtinê, bisînorkirina dema hevdîtinê nîne. Lê ji bo ku birêz Ocalan nekare ji mafên xwe sûd bigire yan jî ji bo sepanên di meriyetê de xwedî bingeheke qanûnî bin, ev sererastkirin hatin kirin. Van sererastkirinan, bandor li tevahiya girtiyan kir. Bi taybet jî piştî sala 2005’an, bi sererastkirinên weke ‘Girtîgeha bi Ewlekariyê Bilind’ û ‘mayîna girtîgehê ya heta mirinê’ re bi sedan kes jê bandor bûn û hêj didome. Di esasê xwe de, di sala 2005’an de li Tirkiyeyê sererastkirineke hiqûqeke înfazkirina cezayan hebû. Qanûnên sala 2005’an konseptek bû. Lê belê di demên piştre de weke ku di girtekên Meclisê de jî cih girtî, weke ‘Qanûnên Ocalan’ hatin fêmkirin. Her du sererastkirinên behsa xeberê anîn. Yek ji wan cezayê muebbeta giran a heta mirinê mayîna di hefsê de bû. Hevdîtina bi parêzeran re, serdanên malbatan ên li girtîgehan, sûdgirtina ji mafên xwe ya li girtîgehan, cezayên hucreyê û hwd. jinûve hatin sererastkirin.”    ASTEKE DIN A TECRÎDÊ   Yureklî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî zext û îşkenceyê jî birêz Ocalan li ber xwe da. Lewma tecrîd bêhtir giran kirin. Rewşa sala 2005’an, heta sala 2015’an bi awayên cuda berdewam kir. Tecrîda li Îmraliyê dem bi dem di astên cuda tê domandin. Bi dehan cezayên hucreyê yên 20 rojan dan birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de tenê radyoya wî ya yekkanal hebû. Lê hem radyo hem jî kaxiza wî jê standin. Mafê wî yê hewadariyê hate xespkirin. Gelo ji van cezayên hucreyê çi mebest dikirin? Li birêz Ocalan konsepteke zextan a weke ‘dê qala siyasetê nekî, dê bi parêzerên xwe re têkildarî mijarên siyasî neaxivî, dê nekevî nava mijara hebûna gelê kurd, dê nebêjî bila gelê kurd bi zimanê xwe biaxive’ hate ferzkirin. Lê birêz Ocalan got; ‘Ez girtiyekî siyasî me. Ez kesayetekî polîtîk im. Bêguman dê derheqê polîtîkayê de biaxivim. Bêguman dê derheqê pirsgirêkên gelê xwe de biaxivim û pirsgirêkên wan vebêjim.’ Bi berxwedanê bersiv da zextan. Her ku berxwedana wî mezin dibû, zext jî zêde bûn. Piştre jî odeya birêz Ocalan hate guherandin. Xistin odeyeke hîn tengtir û bêhewatir. Mudaxileya fîzîkî li dijî wî hate kirin. Bi darê zorê pora wî birîn, rojname û kovar hatin sansûrkirin û dayîn. Gefa kuştinê lê hate xwarin. Serdanên malbat û parêzeran bi hincetên weke ‘keştî xerabe ye’ hatin astengkirin û hewl dan têkiliya wî ya bi cîhanê re qut bikin. Pir bi eşkerayî dibêjim; birêz Ocalan 10 sal û 9 mehan bi tena serê xwe hate hiştin. Di 27’ê tîrmeha 2011’an de jî konsepteke nû kete meriyetê. Piştî vê serdemê, êdî tu agahî jê nehatin girtin.”    XEMSARIYA DMME Û CPT’YÊ   Parêzer Yureklî, da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî di nava 25 salan de li dijî tecrîdê her tim pozîsyona xwe parastine û wiha got: “DMME û CPT li dijî vê rewşê xemsar tevdigerin. Rol û berpirsyartiyên xwe bi demê re vedihêlin û hewl didin veşêrin. Nexwe mimkin nîne ev rewş 25 salan bidomiya. Di şexsê birêz Ocalan de, polîtîkaya fermî bi aliyên derhiqûqî re hevkariyekê dike. Di nava vê hevkariya de aktorên navneteweyî, dadger, peywirdarên cemaweriyê, heta rewşenbîrên qaşo yên welêt jî hene. Anku menfaetê di neçareserkirina pirsgirêka kurd de bi xwe re eniyek û hevgirtineke wiha ava kiriye. Nexwe mimkin nîne ku sînorên hiqûqa Ewropayê wiha li pêş çavên her kesî werin binpêkirin.    ÎMRALI: QUTIYEKE GIRTÎ YE   Ev 25 sal in nahêlin mekanîzmayên venihêrtinê yên Meclisê û saziyên tenduristiyê biçin Îmraliyê. Di pêvajoya 25 salan de Îmrali veguherandine qutiyeke sergirtî ku haya tu kesî jê nîne. Teşhîrkirina tiştên li Îmraliyê û bidawîkirina vê rewşê, pêdiviyeke mafên mirovan û hiqûqê ye.    NAVNÎŞANA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN   Tu berxwedan û hewldanên polîtîk ên Abdullah Ocalan weke navend nabînin mimkin nîne ku bi ser kevin. Heta ku pirsgirêka Îmraliyê neyê çareserkirin, heta ku pozîsyona hiqûqî ya birêz Ocalan neguhere, tu pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser nabin. Hemû hewldanên berevajî vê, tevî hemû inyetên baş jî bi ser nakevin. Tu berxwedan û xetên têkoşînê yên Îmraliyê weke navend nabînin, nikarin bi ser kevin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê dê ji hêla hiqûqî ve nayê çareserkirin. DMME’yê piştî 25 salan biryara ‘mafê hêviyê’ da. Bi vê yekê re bingeheke hiqûqî ya guherînê ava bû. Bi vê yekê re bingeheke hiqûqî ya azadiyê ava bû. Lê divê piştgiriyeke civakî û polîtîk a vê rewşê hebe.”    MA / Ergîn Çaglar