Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe 2023-09-30 09:05:21 RIHA -  Welatiyên Pirsûsê ku têkildarî mîhrîcana ku ji aliyê qeyûm ve wê li Pirsûsê bê lidarxistin axivîn û diyar kirin ku pêdiviya wan bi mîhrîcana qeyûm tune ye û lê hewcedariya wan bi çêkirina rê û rakirina toz û dûmana li navçeyê heye.    Şeredariya navçeya Pirsûsê ya Rihayê di bin rêveberiya qeyûm de ye. Li ser fermana qeyûm Îbrahîm Guneş wê di navbera 30'yê îlonê û 1'ê cotmehê de li Pirsûsê “4'emîn Mîhrîcana Narfest” li dar bixe. Hat zanîn ku qeûm ji bo lêçûyînên mîhrîcanê ji 10 milyon lîre budçe veqetandiye. Li navçeya Pirsûsê ku cade û kolanên wê hemû bûne çal û çort, navçeyê di nava toz û dûmanê de hiştiye.    Xelkê navçeyê têkildarî mîhrîcana dê bê lidarxistin axivîn û diyar kirin ku budçe ji bo çêkirina cade û kolanan nayê veqetandin lê ji bo mîhrîcanê tê veqetandin. Welatiyên Pirsûsê destnîşan kirin ku pêdiviya wan ne bi mîhrîcanan nîn e lê bi xizmeta sererd û binerdê heye.    'PÊDIVIYA ME BI MÎHRÎCANÊ TUNE YE'   Ji şênyên navçeyê Seyfî Ozçelîk anî ziman ku pêdiviya wan bi mîhrîcanê tune ye û wiha got: "Pêdiviya gelê Pirsûsê bi mîhrîcanê bêhtir bi çêkirina cade, kolan û xizmetgûzariya navçeyê heye. Rêyên me tev xera bûne. Kes nikare di rê de bimeşe. Em di nav toz û dûmanê de ma ne. Zarokên me yên biçûk ji ber vê toz û domanê nexweşiyên weke astim û nexweşiyên qirêjiye dikevin.  Divê di destpêkê de rewşa navçe bê sererastkirin tengasiya jiyana mirovan bê çareserkirin hê mîhrîcan bên li darxistin. Keyum tu tişt pêş ve nebiriyê lê mîhrîcanan dike. Hemû gund û naçeya Pirsûsê qedandinê. Çend roj şinva baran bi barê bi vî awayî navçe tev di bin baranê de bimîne. Yanî ev pirsgirêk li holê ne mîhrîcana çi li dar dixînin. Tenê ji bo çavê mirov boyax bike û bêje ez dixebitim û ji bo pişaftina gel mîhrîcanan li dardixe. Keyyum heta niha tu xizmetek ji Pirsûsê re neaniyê. Yên ku vîna gel îpotek kirinê tu xizmetê jî ji gel re nake. Gelê Pirsûsê jî vê mîhrîcanê naxwaze."   'PÊDIVIYA ME BI PAQÎJIYA BAJÊR HEYE'   Welatiyê bi navê Suleyman Ural (52) jî bi lêv kir ku ji ber toz û dûmana li Pirsûsê jiyana wan di tengasiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber toz û dûmanê em nikarin di rê de bimeşin. Lê mîhrîcanan li dar dixin. Pêdiviya me ne li mîhrîcanan lê paqîjiya navçeyê heye. Tu feydaya mîhrîcanê ji gelê Pirsûsê re tune ye. Qeyûm wisa dike lê em jî nikarin li dijî wî derkevin û deng bikin"   'PIRSGIRÊKÊN ME NEHATINE ÇARESERKIRIN'   Muhîddîn Dogan jî tekildarî mijarê destnîşan kir ku pirsgirêkên wan ên navçeyê hê nehatinê çareserkirin û wiha bertek nîşanî mîhrîcanê da: "Her der toz û dûmanê em nikarin li malê cam û deriyên xwe vebikin. Êdî ji ber toz û dûmanê em bêzar bûne. Pêdiviya me bi mîhrîcanan nîn e, em dixwazin ev pirsgirêkên me werin çareserkirin. Em nizanin mîhrîcanê ji ber çi amade dikin."    'TU XIZMETA QEYûM TUNE YE'   Kavvas Alfîdan jî bertek nîşanî sepanên qeyûm dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di nav toz û dûmanê de dijîn. Ciwan li navçeyê neman. Hemû direvin diçin. Cotkarî, sewalkarî her tişt qediya ye. Bila rêyên me bên çêkirin. Bila ev toz û dûman bê çareserkirin û hê rabin mîhrîcanan çêbikin. Ji bo ku qeyûm nîşan bide tu pirsgirêkên Pirsûsê tune ne mîhrîcanan li dar dixe. Em dixwazin weke mirovan bijîn. Êdî bes e bila van rêyan çêbikin. Qeyûm tu xizmeteke wî ji Pirsûsê re tune ye."   Welatiyê bi navê Reşat Koç jî diyar kir ku ew ji ber toz û dûmanê li navçeyê bêzar bûne û ev tişt anîn ziman: "Welatiyên Pirsûsê di nava toz û dûmanê de ne. Em rojê çend caran cilên xwe diguherînin. Êdî pere têra kelûpelên paqijiyê nakin. Em nikarin li nava navçeyê bimeşin. Tu pêdiviya me bi mîhrîcanan tune ye. Hewcedariya me bi çareserkirina van pirsgirêkan heye. Bila cadeyên me çêbikin."   HATÎCE ÇEVÎK BERAAT KIRIBÛ   Hevşaredara navçeya Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîk a ku qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin, ji hemû sûcên jê dihat tawanbarkirin, beraet kir. J bo Çevîk vegere ser wezîfeya xwe, parêzerên wê serî li Dadgeha Îdareyê dan lê 78 roj in tu bersiv nehatiye dayîn.   MA / Mahmut Altintaş