Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin 2023-09-30 09:06:11 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan, diyar kir ku dê di kongreya şaxa xwe de li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û êrişên li hemberî elewiyan, xeteke têkoşînê ya nû diyar bikin.    Şaxên girêdayî Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), dê kongreyên asayî yên 4'emîn li dar bixin. Hin şax dê îro, hin jê jî dê sibê kongreyên xwe li dar bixin. Şaxa DAD'a Stenboê dê bi dirûşmeya "Mezinkirina Têkoşîna Maf û Rastiyê" di 1'ê cotmehê de li Hêwana Konferansê ya Cemxaneya Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê kongreya xwe li dar bixe. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan, pêvajoya kongreyê û nexşerêya nû ya komeleyan nirxand.    Dogan ê ku DAD'ê wekî "lêgerîneriya mafan" wesifand, anî ziman ku tevahiya mirovahiyê ji fikra jiyaneke aştiyane, wekhev û biratiyê hatiye. Dogan destnîşan kir ku DAD li dijî polîtîkayên asîmlasyonê yên û êrişên li dijî civaka elewiyan têdikoşe û got ku dewlet dixwaze baweriya elewîtiyê qir bike. Dogan wiha got: "Bi taybetî jî dixwaza elewîtiya 'Rêya Heq' ku baweriya elewiyên kurd e, qir bike. Ev komele jî, li dijî radibe."    XETA TÊKOŞÎNÊ YA NÛ   Dogan da zanîn ku dê li dijî "polîtîkayên li hemberî elewiyan ji bo xwerêxistinkirineke nû tevbigerin û got ku dê di kongreyan de li dijî asîmlasyonê xeteke nû ya berxwedanê diyar bikin. Dogan axaftina xwe wiha domand: "Li ku derê neheqiyek hebe, berpirsiyariya me ye ku em li wir bin. Em ê li cem jinan, kurdan û Dayikên Şemiyê bin. Em dixwazin li ser vî esasî ji bo jinûverêxistinkirina civaka elewî, em ê tevî rêxistinên elewiyan yên din biryareke hevpar bigirin û xeteke têkoşînê ya nû ava bikin."    Dogan destnîşan kir ku civak tê tecrîdkirin û wiha axivî: "Gava em bêdeng dimînin her roj xelekek din li stuyê me tê badan. Divê em vê xelekê rakin. Divê em bi derdorên civakî re bi hevparî tevbigerin û mafan û rastiyê ava bikin."    Dogan bal kişand ser êrişên li elewiyan û bal kişand ser doza Otêla Madimakê ku ket ber demboriyê. Dogan got: "Dibêjin 'Me berê eleqî kuştin. Em ê kujeran biparêzin û komkujiyên nû bikin'. Bi vê re peyama ku dest ji vê fikra xwe bernedane dan. Em bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Lê em ê di vî warî de hesasiyeta civakê şiyar bikin û bal bikişînin ser aştiyê."   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ'   Dogan destnîşan kir ku ew dixwazin bi hemû gelan û derdorên civakî re bimeşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin tevî kurdan ku ji bo nasnameya xwe têdikoşin bimeşin. Tirkiye tê tecrîdkirin. Em ê li gel kesên li dijî tecrîdê têdikoşin tevbigerin û em ê hewl bidin bi hev re tecrîdê bişîkînin. Em ê kongreyên xwe li ser vî esasî li dar bixin. Em li bendê ne ku her kes beşdarî kongreyên me bibe."    MA / Ferdî Bayram