Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin 2023-09-30 14:33:44   AMED - MED TUHAD-FED'ê Kongreyta xwe ya Asayî ya 2'yemîn bi dirûşma "Bi ruhê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin" li dar xist. lidarxistin de peyama têkbirina tecrîdê hat dayîn û wiha hat gotin: "Ji bo çareseriyê divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.”    Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), bi dirûşma “Bi ruhê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin”, li hotêlek navçeya Sûra Amedê kongreya xwe ya asayî ya 2'yemîn li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka Giştî ya Partiya Çepên Kesk, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Asrinê û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî kongreye bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Ji girtiyan re azadî” û  “Bi felsefeya jin jiyan azadî em ê tecrîdê bişkînin” hatin daliqandin.   Kongre bi rêzgirtin, nîşandina sînevîzyonê û xwendina peyama girtiya nexweş Şîvekar Ataş dest pê kir.   Girtî Şîvekar Ataş di pêyama xwe de diyar kir ku ji bo girtiyan pêvajoyek zehmet tê jiyîn û wiha got: “Li zindanan şehadetên hevalên me çê dibe, hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Ez jî nexweş im, lê belê yên ku rewşên min xirabtir hene. Divê em xwe berpirsiyar bibinin û ji bo çareseriyê gav bavêjin. Em hêvî dikin ku pêşiya van tiştan bê girtin.”    Piştî peyamê Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag axivî.   ‘HETA KU TECRÎD RANEBE PIRSGIRÊKÊN ME ÇARESER NABIN'    Safiye Akdag destnîşan kir ku piştî neh rojan Komploya Navneteweyî dikeve 25 saliya xwe. Akdag anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girankirin, ser girtiyên siyasî zêdetir bandor dike û wiha got: "Di girtigehan de rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û gelek caran cenaze derdikevin. Hevalên me ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê tên qetilkirin û şehîd dikevin. Em bejna xwe li ber wan ditewînîn û bi rêzdarî wan  bibîr tînin. Hevalên me 30-35 salan cezayên xwe temam kirine lê ji ber ku poşmaniyê qebûl nakin bi hincetên cûrbicûr nayên berdan. Divê malbatên girtiyan xwedî li saziyen xwe derbikevin. Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Destkeftiyen Gelê Kurd di xeterê de ye. Em wek MED TUHAD-FED'ê dibêjin em ê bi rihê raperînê tecrîdê hilweşînin. Heta tecrîd neşike, pirsgirêkên me nayên çareserkirin."    ‘TECRÎDEK WIHA DI CÎHANÊ DE NÎN E'    Parêzerê Buroya Hiqûqê Asrinê Mazlum Dînç jî axivî û da zanîn ku bi salane li hember tecrîdê gelek têkoşin hat dayîn û ev 25 sal in dewleta tirk hiqûqa xwe pêk nayne û got: “Mînakek wek Girava Îmralîye di cîhanê de tune ye. Her ku li Girava Îmralîyê tecrîd tê girankirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê jî kûr dibin. Dewleta Tirk dixwaze daxwaza azadiya Birêz Ocalan bifetisîne lê belê em ê her tim vê daxwazê bînin ziman."    ‘SIRGÛNKIRINA GIRTIYAN JÎ TECRÎD E'    Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî axivî û diyar kir ku AKP-MHP'ê zilmê li gelê kurd dike û wiha got: “Divê gelê kurd jî li dijî vê zilmê çalakiyên xwe xurt bike. Tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan de tê meşandin. Sirgunkirina girtiyan jî tecrîdek e. Em ê herî zêde ser rewşa girtiyan bisekinin û meclîsê de jî her tim bînin ziman. Heta ku tecrîd neyê şikandin, hiqûq û edalet nayê Tirkiyeyê.   ‘ATK LI GORÎ KÊFA AKP-MHP'Ê TEVDIGERE'    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku li Tirkiyeyê pergalek nû tê avakirin û esasa vê pergalê jî tundî ye. Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sedsala ku kurdan li paş xwe hiştin û da zanîn di nav vê sedsalê de tu gelan feyde nedît û got: "Cenazeyên zarokên me di nav qutiyen de tên dayîn û gelek girtiyên nexweş di girtigehê de ne û nayên berdan. ATK li gor kêfa AKP-MHP’ê tevdigere û di girtîgehan de 561 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji ber  govend, xwendina pirtûkan, ji ber tililiyan û bi sedêmên vala nayên berdan. Em bi desthilatdariya ku demokrasiyê tarûmar dike ve rûbirû ne. Her wiha di Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ev çareserî jî girêdayiyê şikandina tecrîda Îmraliyê ye.Tecrîd ne tene pirsgirêka gele kurd e. Em ê wek Partiya Çepên Kesk ji bo xwedîderketina li demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘DIVÊ BANGA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN'    Ji Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî di kongreyê de axivî û got: "Dayik bi salane ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin lê belê her roj cenazeyên zarokên wan tên. Em cenazeyên xwe bi kargoyan digrin. Ez wek dayikek aştîxwaz, dixwazim ji îro pê de cenaze neyên û bila dayik rondikan nebarînin. Divê em dest bidin hev û banga aştiyê mezin bikin.”   ‘ROJ ROJA ÇARESERIYÊ YE'    Di dawiyê de jî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku gelê kurd 50 sal in li ber xwe dide û jiyaneke bi koletî qebûl nake û got: “Îro desthilatdariya AKP-MHP'ê di kargoyan de cenazeyên me dişîne û dibêje ku em ê îradeya we teslîm bigrin. Her wiha hevalên me yên girtî bi zilmek mezin re rû bi rû ne û li dijî vê zilmê têdikoşin. Îro mesele hebûn û tênebûna me ye. Li Kurdistanê de jî  dixwazin hişmendiya DAIŞ'ê ava bikin. Roj roja gotinê nîn e, roja çareseriyê ye. Divê zincîra tecrîdê ya li Îmralîyê bê şikandin.”   Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin û Kerem Canpolat û Emîne Kaya bûn hevserokên nû yên MED TUHAD-FED’ê.