Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe 2023-09-30 14:55:26   AMED/ÊLIH - Parêzvanên mafên mirovan û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê serpêhatiya Ahmet Bîçîmlî yê li Farqînê hat windakirin xwendin. Li Êlihê jî peyama “Divê dewlet bi raboriyê re hevrû bibe” hat dayîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 764’emîn de li dar xistin. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê di 20’ê îlona 1994’an de li navçeya Farqîna Amedê hat revandin û carek din xeber jê nehat girtin pirsîn.    Rêveberê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin.    Rêveberê ÎHD’a Amedê Bawer Çîndemîr jî metna serpêhatiya windakirina Ahmet Bîçîmlî xwend.    Serpêhatiya windakirina Bîçîmlî wiha ye:    “Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî zewîcî bû û bavê heft zarokan bû. Li gundê Korît bi ser navçeya Farqînê ve dijiya. Di navbera sala 1994’an de bi hevjîna xwe û bi jinbira xwe re ji bo biçin Farqînê ji gund derketibûn rê, di rê de komek ku endamên Hizbullahê ku rûyên wan bi rûpoş (maske) bûn Ahmet Bîçîmlî dan sekinandin. Gava bi kesên ku dixwestin nasnameyan û li ser wan binêrin re ket nîqaşê gefên wekî “divê li xwe baldar” be lê xwarin. Carekê jî gava ew û hevsera xwe tenê bûn jî ji bo nasnameya wî binêrin Ahmet Bîçîmlî dan seknandin. Tim gef lê dihat xwarin, bi navbeynkariya gundiyan ji Ahmet Bîçîmlî re peyam dişandin û digotin ‘bila li vir û li wir peyvên bi me re eleqedar neke’.   HÎZBÛLLAH WÎ DIREVÎNE   Pênc meh piştî van bûyeran di 20’ê îlona 1994’an de dîsa gava diçûn Farqînê nêzî gundê Heremşeytanê dîsa ji hêla Hizbullahê ve pêşiya wî hat birîn. Li gorî vegotinên kesê ku li herêmê şivantî dikirin çavên wî girêdane û bi zorê wî siwarê erebeyekî spî kirine û birine. Şivanê ku wê rojê bûyerê dîtibûn piştre vê yekê înkar kir û nexwest şahidî bike.    Gava êvarê nehat malê malbata wî qilqilîn ji nasên xwe yên ku wê rojê çûne Farqînê Ahmet pirisîn lê agahî negirtin. Hevjîna wî bi kurê xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê li aqûbeta Ahmet pirsîn lê ji wîr jî agahiyeke negirtin. Malbat agahî da hemû nasên xwe,agahî dan  kesên ku ew roj çûne Farqînê û dest bi lêgerîna Ahmet Bîçîmlî kirin.    Cihê ku navê wî nayê bîra Melîke Bîçîmlî lê gundekî dizanin stargeha Hizbullahê ye hîn bûn ku ew roj kesekî çavên wî girêdayî birine xistine wê stargehê. Gundiyên ku gotine em dikarin bibin navbeynkar ji wan re gotine bila hinek pere amade bikin belkî bi wî awayî dikaribin Ahmet Bîçîmlî xilas bikin. Malbat pereyan amade dike lê tu encam nagrin.    Malbat sê sal piştî ku Ahmet hat revandin mecbûr dimîne hemû heywanên xwe bi erzanî bifiroşe û malê bar bike Êlihê. Hemû serlêdanên malbata Bîçîmlî ku di fermîyetê de dikin bê encam dimîne. Ji Ahmet Bîçîmlî ji wê rojê vir ve agahî nayê girtin.”   Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Bîçîmlî û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 600’î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Rêveberên ÎHD, parêzvanên mafên mirovan, Xizmên Windayan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Hafizeya hevpar li pey şopa edalet û heqîqetê ye, hefteya 600’î” hat vekirin. Balkêş bû ku çalakî vê hefteyê bi beşdariyek zêde pêk hat.    Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend. Kaya destnîşan kir ku divê ku dewlet li tavilê bi rastiya windayan û raboriyê re hevrû bibe û bi taybetî di salên 90’î de li ser erdnîgariya wan şerek dijwar qewimî û di şer de dîsa wek her dem sivîlan bedel da. Kaya anî ziman ku li ser rûyê vê erdnîgariyê hê jî sûcên li dijî mirovan tên kirin û xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna Raboriyê bê avakirin û darizandinek bi bandor bê kirin û hemû faîl bên darizandin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.