Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin 2023-10-01 13:45:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di meha îlonê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di navbera 2-29’ê îlonê de li dijî Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî nûçeya ANHA’yê; navendê ragihand ku dewleta tirk û komên paramîlîter 91 caran êrişî 40 gund û bajarokên Efrînê û Şehbayê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişan de windahiyên can çênebûn lê ziyanên madî pêk hatin.