Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin 2023-10-01 15:45:06 WAN - Çawişên pispor ên li Wanê jin tacîz kirin ji hêla welatiyan ve hatin derbkirin.    Hat zanîn ku çawişên pispor ên li ser Cadeya Maraşê ya Wanê 2 jin tacîz kirin ji hêla welatiyan ve hatin derbkirin. Li gorî agahiyên ji esnafan hatin bidestxistin; 6 çawişên pispor ên tê îdiakirin serxweş bûn, ji ewil li loqanteya xwarin lê dixwar di navbera xwe de bi nîqaş çûn. Xwediyê loqanteyê jî çawişên pispor ji kargeha xwe derxist. Çawişên pispor piştre jî 2 jin tacîz kirin. Piştî ku welatiyan bertek nîşan dan, çawişên pispor dest bi heqaretê kirin. Li ser vê yekê welatiyan çawişên pispor derb kirin. Çawişên pispor ên ji welatiyan reviyayîn, xwe spartin dikanekê. Polîsên hatin cihê bûyerê, çawişên pispor binçav kirin.