'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’ 2023-10-01 16:57:41   AMED - MED TUHAD-FED’ê têkildarî Yilmaz Ozalp ku 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û wiha got: “Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin.”    Federasyonê Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED)têkildarî Yilmaz Ozalp ku piştî krîza dil rakirin nexweşxaneyê û 48 roj piştî taloqkirina înfaza xwe jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Cadeya Lîseyê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate dayîn û gelek endamên federasyonê tev li daxuyaniyê bûn.    'ÎNFAZA WÎ DEMA DI NAVA DOŞEKA MIRINÊ DE HATE TALOQKIRIN’    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku li girtîgehan “polîtîkayeke taybet” tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Tehliyeyên girtiyên zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de tên taloqkirin. Girtî dema dikevin doşekên mirinê tên berdan. Lewma cenazeyên bi dehan, bi sedan hevalên me ji girtîgehê derketin. Canê bi sedan malbatan êşiya. Divê înfazên girtiyên nexweş bên taloqkirin. Mimkin nîne ku di hundir de bên tedawîkirin.”    Canpolat, got ku girtiyê herî dawî jiyana xwe ji dest dayî Ozalp e û axaftina xwe wiha qedand: “Heta Ozalp neketî doşeka mirinê înfaza wî nehat taloqkirin. Îro jiyana xwe ji dest da û îro me careke din cenaze ji girtîgehan derxist. Lewam em xemgîn in. Banga me ji bo hemû welatiyên li Tirkiye û Kurdistanê, li tevahiya kesên ji xwe re dibêjin ‘ez demokrat im’ ev e; werin em dest bidin destê hev û bi hev re destûr nedin ku tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin.”    Daxuyanî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.