Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin 2023-10-01 23:39:08         NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên tirk li ser Binarê Qendîlê digerin. Hevşaredarê Binarê Qendîlê ragihand ku heta niha jî dengê bilind ê bombebaranê hate bihîstin lê ziyanên bombebaranê nayê zanîn.   Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm ji ROJNEWS'ê re ragihand ku di saet 21:15’an de balefirên şer ên Tirkiyeyê li ser Binarê Qendîlê digeriyan.   Îbrahîm diyar kir ku dengên bilind ên bombebaranê li Kunzîne ya nêzîkî Pirdeşal, gundê Bolê, nêzîkî gundê Mawnan, nêzîkî gundê Zengelîn hatiye bihîstin, lê heta niha zerer û ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn.   ROJNEWS'ê da zanîn ku heta amadekirina vê nûçeyê jî balefirên şer bi nizmî li asîmanê Binarê Qendîlê digeriyan.