Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike 2023-10-02 09:07:47   STENBOL - Dayika Şemiyê Hanim Tosûn anî ziman ku bi salan e ji bo Qada Galatasarayê bi îradeyeke mezin têdikoşin û heta dewlet arşîva windayan eşkere neke dê çalakiya xwe bidomînin.   Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin dipirsin û dixwazin faîl ango kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 966’emîn de domandin. Dayikên Şemiyê yên ku dest ji lêgerîna windayên xwe bernedan, êdî Qada Galatasarayê wekî "cihê bîrê-hafizayê” qebûl dikin. Çalakiya Dayikên Şemiyê tevî biryara "binpêkirin" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye jî 26 hefte ne bi biryara Qeymeqamiya Beyoglûyê tê astengkirin. Dayikên Şemiyê tevî vê biryara "qedexeyê" jî berxwedana xwe didomînin.   Ji Dayikên Şemiyê Xanim Tosûn diyar kir ku bi salane tevî hemû zext, astengî û êrişan têdikoşin û xwest dewlet arşîvên xwe yên windayan eşkere bike.   CERDEVANAN MALA WAN ŞEWITANDIYE    Tosûn diyar kir ku hevjînê wê Fehîm Tosun di sala 1991'an de li navçeya Licê ya Amedê ji ber xebatên siyasî piştî serdegirtina malê bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin û piştî 4 salan hat berdan. Tosun diyar kir ku piştî hevjînê wê ji girtîgehê derket, mala wan a li gundê Licokê ya bi ser navçeya Licê ve ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin, koçî Stenbolê bûne û ji ber xebatên siyasî hevjînê wê timî tê şopandin.    POLÎSAN GEFAN LI MALBATÊ XWARIYE    Tosûn anî ziman ku polîsên bi cil û bergên sivîl çûne cihê karê kurê wê yê 14 salî lê dixebitî û timî li bavê wî dipirsin û wiha got: “Carekê kurê min ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Dema kurê min di binçavan de bû polîsan got, heke em vê carê wî bigirin em ê hemû hestiyên wî bi saxî bişikînin.”   POLÎSÊN SIVÎL WÎ REVANDINE    Tosûn diyar kir ku piştî demeke kurt kurê wê hat binçavkirin, hevjînê wê di 19'ê cotmeha 1995'an de li navçeya Avcilara Stenbolê ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl û di destê wan de bêtêl hebû bû ji malê wî revandin û ew û zarokên  xwe bûne şahidê vê bûyerê. Tosun da zanîn ku wan plakaya wesayîta polîsan a ku hevjînê wê revandibûn girtine û çûne emniyeta ku bi qasî 5 deqîqeyan ji wan dûr e û gilî kirine lê tu encam bi dest nexistine. Tosun anî ziman ku 2 roj şûnde çûye Qereqola Gayrettepeyê û got ku polîsan jê re gotine "Şerm e, tu ditirsî. Heke tu ji me re nebêjî ku Fehmî û hevalên wî çi karî dikin, çi heyf e, ew ê bê windakirin. Ji me re bêjin ku neyê windakirin.” Tosun anî ziman ku ji roja ku hevjînê wê hatiye windakirin heta niha hemû hewldanên wan ên hiqûqî bê encam mane û got: "Ji wê rojê û vir ve me tu agahî ji Fehmî negirtiye.”    TOSÛN ÇIMA HAT WINDAKIRIN?   Tosûn anî ziman ku hevjînê wê ji ber têkoşîna xwe ya ji bo nasname, ziman û azadiya kurdan hatiye windakirin û got: “Ji ber vê yekê Fehmî gelek caran hat binçavkirin, girtin û di dawiyê de hat windakirin. Dewlet ji bo her kesê ku nasnameya xwe ya kurdewarî diparastin, jiyana li wan teng dikir. Fehmî jî ji ber vê yekê hat windakirin. Li gel van komkujî û zilmê jî kurdan dev ji têkoşîna xwe berneda. Divê dewlet baş bizanibe ku kurd dev ji vê têkoşîna xwe bernadin.”   Tosûn desstnîşan kir ku piştî hemû hewldanên wan bi ser neketin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û wiha got: “Min dizanibû ku ez ê careke din wî nebînim, lê dîsa jî hatim ÎHD’ê û bûm Dayika Şemiyê. Heqê tu kesî tune ye ku kesekî bêdaraz bikujin. Bi hezaran kesên weke Fehmî ji ber siyaset û nasnameya xwe ya kurdewarî hatin binçavkirin û windakirin. Weke Dayikên Şemiyê em naxwazin tu kes winda bibe û sêwî bimîne. Ez ne tenê ji bo Fehmî, ji bo her kesê ku winda bûye li wir im."   ‘BILA DEWLET ARŞÎVA WINDAYAN EŞKERE BIKE’    Tosûn da zanîn ku ew Qada Şemiyê weke cihê goran dibîne û wiha dewam kir: “Tevahiya cîhanê Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayê bihîst, lê dewletê ev yek nebihîst. Sedema qedexekirina meydanê ew e ku nayê hesabê dewletê. Çima, ji ber ku ev kes di kontrola dewletê de hatin windakirin. Ji roja ku me weke Dayikên Şemiyê dest bi çalakiya xwe kiriye heta niha mirov winda nebûne. Em vê polîtîkaya qedexekirinê ya dewletê baş dizanin. Îro dewlet bi vê qedexeyê dixwaze em dengê xwe kêm bikin. Dewlet ya wê wan arşîvên windayan eşkere dike yan jî em ê çalakiyên xwe bênavber didomînin. Em jî dixwazin ev faîl bên darizandin û darizandin. Heke ev neyên kirin em ê kolanan û Qada Galatasarayê neterikînin. Dibe ku gelek tiştên wan hebin ku pêşiya me bigirin, lê îradeya me jî heye."   BANGAWAZIYA LI RAYA GIŞTΠ   Tosûn diyar kir ku divê her kes xwedî li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê derbikeve û got: “Çima ev dayik bi tena serê xwe li ber xwe didin, çima bêxwedî ne? Çima çalakiyên wan xurt pêk nayên? Divê her kes bêje hewce em jî li ba wan cih bigirin.”    MA / Ergîn Çaglar