‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’ 2023-10-02 09:09:23   MÊRSÎN - Hevserokê TUAYDER'ê ya Çukurovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku bi komployê paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hedef hatiye girtin û li dijî komplo û tecrîdê rastiya gelekî ku xwe li derdora Abdullah Ocalan kiriye xelek heye.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û wî anîn radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 25 in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîfa F’yê di nava şert û mercên dijwar ên tecrîdê tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Ocalan nehatiye girtin û hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin.    Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê li gel wî axivîbû. Abdullah Ocalan bi rêya Mehmet Ocalan hişyarî dabû û gotibû,  “Dewlet pir bi talûke dilîze.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan û Hevserokê Komeley Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAYDER) Ergîn Altûntaş komploya navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê nirxandin.    Çukurova TUAYDER Ergîn Altûntaş   BI BOP’Ê XWESTIN MUDAXILEYÎ KURDAN BIKIN    Altûntaş da zanîn ku komploya navneteweyî ku pêngava yekemîn a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) ya Amerîkayê ye, destwerdana li dijî kurdan û destkeftiyên wan e û got: "Ev meyl di destpêkê de ji aliyê dewleta tirk ve hatin plankirin. Piştre li gorî berjewendiyên xwe hêzên cîhanî û Gladîoya NATO’yê ketin nava vê yekê. Ocalan ev rewş dît û dest bi lêgerîna tiştên cuda kir. Di salên 1993-94 û 1998’an de agirbest ragihand. Ev agirbestên ku bi awayekî yekalî hatin ragihandin, tu bersiv negirtin û tevî vê yekê jî hatin bicihanîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ber ku di nuqteyeke ku her tim xwe nû dike de weke metirsî hate dîtin.”   ‘ARMANC PARADÎGMAYA OCALAN BÛ’    Altûntaş anî ziman ku li dijî Abdullah Ocalan ku di dîzaynkirina jinûve ya Rojhilata Navîn de bi roleke girîng radibû destwerdanek hat kirin û wiha got: “Armanca vê destwerdanê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, li ser paradîgmaya Ocalan jî bû. Di pêvajoya komployê de jî Ocalan gel bi rêxistin kir, ji bo gel xebitî û ji bo yekitiya neteweyî gavan diavêt. Ji ber vê yekê ev yekitî bi yekbûna li çar parçeyên Kurdistanê li dora Ocalan pêk hat. Ev yek bû sedema herî mezin a tevlibûna hêzên cîhanî di nava komployê de. Fikra Ocalan li Rojhilata Navîn belav bû, gelan vê fikrê hembêz kir û ji gelên cîhanê re bû mînak. Komploya navneteweyî bi polîtîkaya tecrîdê didome. Komplo di her serdemê de bi rengên cuda derketiye holê. Di sala 2016’an de polîtîkaya tasfiyeyê ya li dijî kurdan ket meriyetê û îro jî siyaseta qirêj a hevkar a PDK’ê derketiye holê. Operasyonên li dijî qadên parastina medyayê, zextên li ser gel û polîtîkayên şerê taybet bêyî komployê nayên dîtin. Lê berxwedana bênavber a li dijî komployê didome. Teza Modernîteya Demokratîk, nasnameya jina azad û berxwedan bersiva herî mezin a li dijî komployê ye. Rastiya gelekî ya li derdora Ocalan bûye xelek heye.”      ‘DIVÊ DAXWAZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN BÊ KIRIN’    Parlamenter Alî Bozan   Parlamenter Alî Bozan jî diyar kir ku bi komployeke navneteweyî tê xwestin pirsgirêka kurd ji ser rûpelên dîrokê bê paqijkirin û ev şîrove kir: “Ji ber ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û li Girava Îmraliyê bi cih kirin, bi vê yekê re jî hat xwestin pirsgirêka kurd dîl bigirin.”    Bozan diyar kir ku di komploya navneteweyî de fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan hedef hatiye girtin û got: "Di serdema ku komploya navneteweyî pêk hat, belkî wê demê birêz Oclaan tenê ji aliyê kurdan ve weke rêber dihat qebûlkirin. Fikrên Ocalan li hemû cîhanê belav bû û vê yekê kir ku Ocalan weke rêberê xwe qebûl bikin. Tevî hemû şert û mercên giran ên tecrîda li ser Ocalan, paradîgmaya wî ev armanc berovajî kir. Ramanên wî li deverên cuda yên cîhanê bûne mijara nîqaş û tezan. Komploya ku 31 meh in bi tecrîdê bi rengekî herî dijwar berdewam dike. Dewlet dixwaze gelên cîhanê Ocalan ji bîr bike, nemaze jî naxwaze kurd ji fikrên wî haydar û sûdê bigirin. Piştî vê qonaxê pêwîste gelên Rojhilata Navîn nemaze jî gelê kurd ne tenê divê li ber tecrîdê rabin her wiha divê daxwaza azadiya birêz Ocalan jî bikin. Pêwîste rê li ber înîsiyatîfa çareseriya pirsgirêka kurd di şert û mercên azad de bê vekirin."   MA / Dîlan Akyol