Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin 2023-10-02 09:43:02   RIHA - Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek nîşanî komploya navdewletî dan û gotin ku tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmehê 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Suriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de jî li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Komploya navdewletî ku 25 sal di ser re derbasbûne, îro bi tecrîdeke girankirî li Girava Îmraliyê berdewam dike. Hezên serdest ku ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re weke asteng dîtin û ji ber wê jî li dijî wî komployek pêk anîn, di van 25 salên komploya navdewletî de negihîştin armanca xwe. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevî tecrîda girankirî jî di hucreya yekkesî de bi fikir û ramanên xwe komployê û planên hezên serdest ên Rojhilata Navîn pûç kirin. Armanca hezên serdest pêk nehat, lê fikr û ramanên Abdullah Ocalan li cihanê belav bûn û ji bo hemû gelan bû hêviyek.    Girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd û hemû gelê cihanê xist nava xemgîniyekê. Bi hezaran kurd li Kurdistanê rabûn û bi rojan li dijî girtina Ocalan çalakî pêk anîn. Gelek kesan li ser girtina Ocalan gotin, "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û agir berdan bedena xwe. Li Kurdistanê û cihanê dema ev geşedan diqewimîn malbata Abdullah Ocalan jî bi awayekî fikar û xemgîn geşedanên der barê girtina Abdullah Ocalan de ji nêz ve dişopand.    Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û xizmê wî Mehmet Reşît Ocalan der barê Komploya navneteweyî û agahînegirtina ji Abdullah Ocalan de axivîn û bertek nîşanî komploya navdewletî û tecrîda girankirî dan.    EM BI FIKARIN   Xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan anî ziman ku 8 sal in wê birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nedîtiye û ev tişt gotin: "Ez 3 caran bi wesayita seqetan çûm girtîgehê û min hevdîtin pêk anî lê ev 8 sal in ji ber ku hevdîtin qedexeyê nikarimê biçim. Em ji ber rewşa tendûristiya birayê xwe pir bi fikar in, heye tune ye em nizanin. Em dixwazine carê bibînin lê dewlet nahêle. Me bikariya carê wî bidîta, agahî jê bigirta, lê hevdîtin qedexe ye ji ber wê jî em nikarin tu agahiyê bigrin. Hemû gel bi fikar e, hemû kes rewşa wî meraq dike. Ji ber wê jî divê mafê hevdîtinê bi malbatê re pêk were."    KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ   Xizmê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan (81) jî diyar kir ku wan jî li ser televîzyonê bi awayekî fikar derketina Abdullah Ocalan a ji Şamê ji nêz vê şopandiye û wiha got: "Piştî ku ji Şamê derket çend meh şûn ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Me jî girtina serok li ser televîzyonê dît. Em pir bi xemgîn bûn. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li dijî serok ev komplo pêk anîn. Îro jî CPT ku divê li dijî îşkence û tecrîdê derkeve bi heman awayî li dijî tecrîde bê dengê. Her dû jî ji bo berjewendiyan e. Dema Serok birîn girtîgeha Îmraliyê ez jî çend caran ji bo hevdîtinê çûm Îmraliyê lê destûra hevdîtinê nehat dayin."   'DIXWAZIN SEROK BIDIN JIBÎRKIRIN'   Ocalan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya navdewletî îro jî bi tecrîda girankirî berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi tecrîdê dixwazin  serok bidin ji bîr kirin. Îro tecrîd ne tenê li ser kesayetekî tê meşandin li ser hemû gelê kurd tecrîd tê meşandin. Ev polîtikayên tecrîd û şer aboriya Tirkiyeyê jî qedandiyê. Îro Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve di nav qirîzike de ye. Tirkiye jî ev zêdetirî 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tirkiye qanûnên xwe bi cih naynin. Ev zêdetirî 30 meh in tu agahî jê tune ye em nizanin heye tune ye."   'DIVÊ KURD RABIN LI SER LINGAN'   Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bi lêv kir ku bi bertekên xurt dikarin tecrîde bişkînin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Ji bo ev tecrîd bê rakirin divê gel rabe li ser pêyan û li ber xwe bide. Partiyên muxalefet ku qala hiqûqê dikin dema mijar dibe kurd ew jî weke desthilat tevdigerê. Ji ber we divê kurd li ber xwe bidin xelk ji bo me tiştekî nakin. Tecrîd bi bertekên xurt ên gel vê tê rakirin."    MA /Mahmût Altintaş