Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da 2023-10-02 14:11:12   WAN - Erhan Baştin ku li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û rapora “xetere li ser jiyana wî heye” hatibû dayîn, du roj piştî daxwaza tehliyekirinê jiyana xwe ji dest da.    Hejmara girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Yilmaz Ozalp, di sala 2022’yan de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê”  û “heqaret li serokkomar kiriye” hatibû girtin û salek û 7 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Yilmaz Ozalp, li Girtîgeha Hejmara 1 a bi Tîpa T a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin û ji ber krîza dil rakiribûn nexweşxaneyê. Ozalp, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku di demekê nêz de li girtîgehê girtiyekê din jî jiyana xwe ji dest daye.    Girtî Erhan Baştîn di 7’ê adara 2023’yan de ji ber sûcekî edlî hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Hat zanîn ku Baştîn li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ket û di 19’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.    NEXWEŞIYA WÎ BI ÊŞBIRAN VEHÊLANDIN!    Hat zanîn ku Baştîn ji ber nexweşiya xwe gelek caran aloz bû û hefteyê herî kêm du caran radikirin revîrê. Li revîrê jî her carê dermanê êşbirê didan Baştîn û nexweşiya wî bi demê re hate vehêlandin. Baştîn ku di nava 6 mehan de zêdetirî 50 caran rakirin revîrê û li nexweşxaneyeke baş nehat tedawîkirin lewma nexweşiya wî roj bi roj giran bû. Herî dawî di destpêka meha tebaxê de careke din Baştîn rakirin revîrê. Lê Baştîn nexwest dermanê êşbirê jê re bê dayîn. Di 14’ê tebaxê de rewşa tenduristiyê ya Baştîn giran bû û hevalên wî yên li girtîgehê rewşa wî bi malbata wî re parve kirin. Di encama hewldanên malbatê de, Baştîn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê.    RAPORA ‘XETEREYA JIYANÊ HEYE’ HATE DAYÎN   Di encama muyaneyan de teşhîsa nexweşiya penceşêra pişikê hate kirin û rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hate dayîn. Di raporê de hat gotin ku nexweşiya wî gelek belav bûye û ji ber rewşa xwe ya nebaş nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike.    BI HINCETA ‘ÎXTÎMALA KU BI QEYDAN NEKE’ HATE REDKIRIN    Li ser vê yekê parêzerê Baştîn, tevî rapora tenduristiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Lê belê dozgeriyê di heman rojê de ev daxwaz red kir. Di roja duyemîn a li nexweşxaneyê de rewşa Baştîn dîsa giran bû û parêzer dîsa serî li dozgeriyê û 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê da. Serlêdan, bi daxwaza tehliye û hefsa malê hate kirin. Dadgehê di 17’ê tebaxê de bi hincetên weke “şertê kontrola edlî têr nake” û “îxtîmal heye ku li gorî qeydên saziyê tevnegere”, serlêdan red kir.    2 ROJ PIŞTRE JIYANA XWE JI DEST DA   Du roj piştî biryara dadgehê, girtiyê nexweş Baştîn di 19’ê tebaxê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Piştî kirariyên li nexweşxaneyê, zarokên Baştîn cenazeyê bavê xwe girtin û dest bi amadekariyên definkirina cenazeyî kirin. Lê belê dozgeriyê xwest cenazeyî bibin Saziya Tipa Edlî (ATK). Cenazeyê Baştîn piştî kirariyên otopsiyê li navçeya Artemêtanê hate definkirin.    BAVÊ WÎ SERÎ RAKIR!   Bav Şemsettîn Baştîn li dijî tiştên qewimîn êdî serî rakir. Baştîn, got ku dema kurê wî anîn nexweşxaneyê nedikariya biaxive û rabe ser pêyan. Baştîn, wiha domand: “Bijîşkê ku kurê min muayene kirî ji min re got ku kurê te bi nexweşiya penceşêrê ketiye, tevahiya pişika wî tune bûye û nexweşî li tevahiya laşê wî belav bûye. Tevî ewqas serlêdanan jî kurê min baş nehat tedawîkirin û nehiştin em xatirê ji hev bixwazin. Ser re cenazeyê kurê min hate şûştin, nimêj lê hate kirin lê dozger ji bo otopsiyê xwest em careke din bibin. Banga min ji bo wezîrê dadê û dozgeriyê ye; heke edalete we ev be, edaleta xwedê ji we mezintir e. Bila her kes xwedî li girtiyê xwe derkeve. Ez ji bo kurê xwe edaletê dixwazim.”    MA / Adnan Bîlen