Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin 2023-10-02 14:22:29     AMED - Di danişînek din a doza Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di nav de ku der barê 8 kesan de bi îdiaya “bikaranîna çekên nukleer” hatibû vekirin, dê mutala bê pêşkêşkirin.    Li gudê Beyrokê yê bi ser navçeya Pasûra Amedê ve di 12’ê Îlona 2019’an de teqîn pêk hatibû û 7 kes hatibûn kuştin. Piştî teqînê li dijî Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji wezîfeyê hatin girtin û demek girtî mabûn. Her wiha Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê Mehmet Abidîn Karaman, Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay, Yucel Çete, Umît Fîdan û Kenan Barût di nav lêpirsîna dozê de cih digirin. Der barê her 8 kesan de bi îdiaya “kuştina bi plankirî” û “kuştina bi karanîna çekên nukleer û kîmyewî” doz hatiye vekirin. Danişîna dozê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Ji dozê Kenan Barût girtî ye û bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Barût destnîşan kir ku ew dixwaze li hizûra dadgehê parastina xwe bike.    Parêzeran jî xwest kontrola edlî ya li ser miwekîlên wan bê rakirin û divê dadgeh baş delîlan lêkolîn bike û lêpirsînê berfireh bike.    Dozger got ji ber ku ew nû li dozê dinêre dê mutala amade nekirye û dê danişînek din mutalayê amade bike û pêşkêşî şandeya dadgehê bike.    Dadgehê biryar da ku Barût di danişînek din li dadgehê bê amadekirin. Danişîn taloqî 27’ê kanûnê kir.