Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin 2023-10-02 16:33:24   STENBOL - Polîsan êrişî çalakiya protestokirina binçavkirinan kir û gelek kes binçav kirin.    Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de herî kêm 20 kes îro di danê sibehê de hatin binçavkirin. Endam û rêveberên partiyan xwestin li pêşiya HDP’a Stenbolê binçavkirinan protesto bikin. Lê belê polîsan taxa ku avahiya partiyê lê ye dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî were dayîn.    Polîsan piştre jî êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kirin.    Berfirehiya nûçeyê tê...