Bandora barîna barana zêde didome 2023-10-03 10:33:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Bandora barîna baranên zêde yên li ser bajarên bakurê Kurdistanê didomin. Mijê da çiyayên bilind ên bakurê Kurdistanê.    Ji 1’ê cotmehê ve li gelek bajarên bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û bandoreke mezin li ser jiyana gel dike. Piştî kele kela germahiya demsala havînê, bi hatina payîzê re barîna baranan dest pê kkir. Li deverên bilind ên bakur pileya germahiya hewa gelek ket, baran dest pê kirin û mijê da serê çiyayan.    Niha li bajarên Kurdistanê pileya germahiyê 3 heta 5 pileyan di bin rewşa asayî ya demsalan de ye. Tê payîn ku îro li Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Xarpêt, Mûş, Agirî, Bedlîs, Wan, Şirnex û Colemergê baraneke zêde bibare û birûsk bikevin. Ji ber talûkeya lehî, rabûna çeman, gijlok û bahozan gel hate hişyarkirin. Tê payîn ku piştî roja çarşemê hewa êdî sahî be.