10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-03 10:41:14   STENBOL - Di çalakiya protestokirina binçavkirinan a li Stenbolê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Her 10 kes jî piştî îfadeyê hatin berdan.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ji bo protestokirina endam û rêveberên wan jî nav de binçavkirina 20 kesan li pêşiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî dan. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 10 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Emnniyetê ya Stenbolê kirin.    Kesên hatin binçavkirin duh bi şev piştî îfadeyê hatin berdan.