Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin 2023-10-03 11:07:05   ŞIRNEX - Cîgirê midûr Burak Ercan li Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Ji ber ku şahid nehatin dadgehê, danişîna dozê hate taloqkirin.    Cîgirê midûrê dibistanê Burak Ercan li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Derheqê tacîzkar Ercan de bi sedema “Tacîza zayendî” , “Bi rêya destavêtinê îstîmara zayendî li zaro kiriye” û “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Parêzera Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê, rêveberên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) û parêzerê bersûc di danişînê de amade bûn.    DANIŞÎN TALOQÎ 2’YÊ MIJDARÊ HATE KIRIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di rûniştina danişîna berê de biryar hatibû dayîn ku kesê bi navê Ramazan Yildiz bi darê zorê bînin dadgehê. Lê belê Yildiz dîsa tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê jî biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, şahid Yildiz di danişîna din de bê amadekirin û danişîn taloqî 2’yê mijdarê kir.