Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin 2023-10-03 11:57:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Navên kesên di çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin.    Navên kesên di 1’ê cotmehê de li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakî lidarxistin hatin aşkerekirin. Di daxuyaniya Navenda Parastina Gel (HSM) a di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) cih digire de hate diyarkirin ku kesên çalakî lidarxistine endamên “Tabûra Nemiran” Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) û Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) in.    Hate ragihandin ku Şahîn ji navçeya Erdîş a Wanê ye û Ogûz jî ji Şirnexê ye û malbata wî li Mêrsînê rûdine.