Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin 2023-10-03 12:33:20   MÛŞ - Li Mûşê li mala ku 2 ciwan lê dimînin cihazê guhdarkirinê hate dîtin. Derket holê ku qertê di nava cihazî de aydê Miduriyeta Giştî ya Polîsan e.    Li mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Marûf Çelîkel û hevalê wî Farûk Kuçukçelebî cihazê guhdarkirinê hate dîtin. Çelîkel ê HDP’î diyar kir ku li ser ronahiya cihazê qeydê pêdiket û vedimirî ferq kirine û da zanîn ku qertê ji nav cihazî derketî li ser navê Miduriyeta Polîsan a Giştî qeyd kirî ye.    ‘FATOREYA WÎ MIDURIYETA POLÎSAN DAYE’    Çelîkel wiha berdewam kir: “Ronahiya cihazê pê diket û vedimirî. Dema me cihê lê hatibû bicihkirin vekir, ferq kir ku girêdayî ceyranê ye û bataryayeke wî ya zêde jî heye. Dema me ew pergala wan betal kir, qertê Turkcell’ê ji nav derket. Di encama lêkolîna me de derket holê ku qert li ser navê miduriyeta polîsan qeyd kiriye û ji du mehan zêdetir çalak bû. Miduriyeta polîsan fatoreya wî radizîne û fatoreya du mehan 2 hezar û 500 lîre hatine. Diyar e ku rojeke em ne li malê bûne hatine bi cih kirine. Em ê giliyê wan bikin.”   Çelîkel, bi lêv kir ku gelek caran ji aliyê polîsan ve dihate şopandin û got: “Em bi dehan caran hatin şopandin. Ji xwe her tim li ber deriyê malê wesayîteke TEM’ê hebû. Hewldan bikin sîxur, gotin ‘tu biçî partiyê em ji tiştên bên serê te re ne berpirsyar in’. Çend caran hewl dan bi darê zorê telefona min vekin.”