DAD: Divê canên me bên berdan 2023-10-03 14:57:49   EDENE - DAD’ê bertek nîşanî binçavkirina 20 siyasetmedarên ku Hevseroka wan a Giştî Kadriye Dogan jî di nav de da û wiha got: “Divê canên me demildest bên berdan.”   Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Edeneyê binçavkirina Hevseroka xwe ya Giştî Kadriye Dogan li ber avahiya komeleya xwe şermezar kirin. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext nikarin me biçewisînin, elewîtî maf e nikare were astengkirin” hate vekirin de ji bilî nûnerên rêxistinên elewiyan ên li bajêr Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Karakiş jî amade bû. Rêveberê Navendî yê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete, bertek nîşanî zext û êrişên li ser nûnerên saziyên elewiyan û beşên mûxalîfan da.    Kete, 20 kesên ku di nava wan de Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, endam û rêveberên HDP’ê û HDK’ê hene û duh di serdegirtina malan a li Stenbol û Kirklareliyê hatin binçavkirin da û wiha got: “Ev tiştên diqewimin berpirsyartiyeke dîrokî li me bar dike. Pêwîstiyeke baweriya me ye ku em li dijî bûyer û zextên pêk hatine rabin ser piyan û serî netewînin. Binçavkirina 20 kesên ku rêveberên HDP’ê jî di nav de ya ji aliyê Wezareta Karên Hundir û rayedarên miduriyeta polîsan ve weke ‘kesên xebatên rêxistina terorê’ dimeşînin ji çapemeniyê re hatin serwîskirin operasyona berovajîkirinê ye. HDP bi qanûnên heyî hatiye avakirin, di hilbijartinên herêmî de hatiye hilbijartin, li Meclisê parlamenterên wê hebûn û peywîra Serokwekîltiya Meclisê kiriye. Saziyeke makeqanûnî ye. Têkiliya wê ya bi ‘terorê’ re hinceta dîtina ji bêadeletî û neheqiyan pêvetir tiştek din nîne. Di serî de cana me hevseroka me ya giştî Kadriye Dogan divê hemû canên me yên din ku di bingeheke demokratîk de siyasetê bimeşînin bên berdan. Em ê ji vê zilmê re bêdeng nemînin. Zext dê nikarin me biçewisînin. Bêdengiya li dijî zilmê bêxêrî ye.”