Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin 2023-10-03 15:04:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama gule berdana hêzên Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeya kolbernewsê; hêzên Îranê di 1’ê cotmehê de li herêma Tete ya nêzî gundê Darkî yê Hewremanê êrişî komeke kolberan kir. Di êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku hin kolber jî birîndar bûne.