Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin 2023-10-03 20:55:26   STENBOL – Doza der barê endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû de ku Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû ew hedef nîşan dabû, hat taloqkirin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Husamettîn Tanrikûlû di 3'yê Îlona 2022'yan de di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin. Lê piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû ew hedef nîşandabû hatibû girtin. Danişîna doza der barê Tanrikûlû de li Dadgeha Cezayê Giran a 29'an a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Tanrikûkû û parêzera wî Nagehan Avçîl tevlî dnaişînê bûn.    Di danişînê de parêzer Avçîlê diyar kir ku derketine holê ku hin delîlên di dozê de di wesfê "komployê" de ne. Avçîlê bilêv kir ku tê xwestin ku bi beyanên şahidan ceza li muwekîlê wê bê birîn û got ku divê ev beyan esas neyên girtin. Avçîlê got: "Ji şahidan Kezban Kûday gotiye wê ew tenê li HDP'ê dîtiye. Di mutalaayê de hatiye nivîsandin ku divê bi van beyanan ceza bê birînç Şahid Şiyar Aydin jî gotiye, tenê li HDP'ê di warê siyasî de xebitiye. Her wiha Aydin gotiye di kîsikekî reş de bombeya dengan hebûye, lê tenê bihîstiye. Yanî ev şahid derewan dike. Gava bihîstin tenê be, divê biryara beraetê bê dayîn û biryarên emsal ên di vî warî de hene."   Tanrikûlû jî di parastina xwe de bilêv kir ku malbata wî derbarê windabûnê de serlêdan kiriye û ji ber vê çûye îfadeyê bide, lê gava ji bo îfadeyê çûye hatiye binçavkirin û got: "Ma ez endamê rêxistinê bûma, min ê tiştek wiha bikira?" Tanrikûlû di berdewama parastina xwe de anî ziman ku şahid derewan dikin û doza berdana xwe kir.    Şandeya dadgehê bi hinceta der barê Tanrikûlû de dozeke din heye, biryar da ku biryara xwe di danişîneke din de eşkere bike û danişînê taloqî 21'ê Mijdarê kir.