Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin 2023-10-04 12:19:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Îranê jina bi navê Armîta Garavand li Metroya Tehranê rastî êrişa “polîsên exlaqê” hatiye.    Li gorî nûçeya Hengawê; jina ciwan a bi navê Armîta Garavand a 16 salî ya ji Kirmanşahê ku li paytextê Îranê Tehranê qebûl nekir ku laçikê li serê xwe bike, li istasyona “şuheda” ya bi navê Metroya Tehranê rastî tundiya fîzîkî ya “polîsên exlaqê” hatiye. Jina ciwan ku ji Metroyê peya kirin û tundî lê kirin sê roj in di komayê de ye.    ROJNAMEVANA ÇÛ NEXWEŞXANEYÊ HATE BINÇAVKIRIN     Li gorî çavkaniyê ji Hengawê re axivî, ji ber zêdebûna hêzên ewlehiyê ya li Nexweşxaneya Fecrê, niha destûr nayê dayîn ku serdana malbata mexdûrê jî bê kirin. Dîsa rojnamevaneke ji bo nûçeyê çêbike serdana nexweşxaneyê kir, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin. Meryem Lutfî ya ji rojnameya Şarkê, piştî weşana bûyerê bi saetan hate berdan. Hengawê pişt re wêneyekî jina ciwan a nîşan dide ku di komayê de ye jî weşand.   REJÎMÊ ÊRIŞA FÎZÎKÎ QEBÛL NEKIR    Li gorî agahiyên Hengawê ragihandin, piştî dîmenên Armîtayê yên li îstasyona metroyê li ser medyaya civakî belav bûn, hemû saziyên medyayê yên girêdayî dewleta Îranê êrişa fîzîkî qebûl nekirin û rayedarên hikumetê jî îdia kirin ku gengeşiyeke fîzîkî çênebûye. Lê bawerî bi van îdiayên girêdayî dîmeneke kurt a birî hatin kirin, nehat.    Medya fermî jî girêdayî agahiyên rayedarên Metroya Tehranê îdia kir ku Armîta Garavand ji ber ketina tansiyonê ji ser hişê xwe çûye lê dema şertên li nexweşxaneya Hengawê, bergiriyên zêde yên ewlehiyê û destûr nedayîna serdanê li ber çavan hate girtin, tiştên bi serê Jîna Emîniyê hatin bi bîr xist.    JI MALBATA WÊ AGAHÎ NAYÊN GIRTIN    Hengawê diyar kir ku du rojên dawî ye di serî de ji bavê Armîta, Bahman Garavand û dayika wê Şahîn Ahmadî ji malbata wê agahî nayê girtin û li ser malbata wê kontroleke ewlehiyê ya zêde heye.