Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike 2023-10-04 13:42:34   ENQERE - Danişîna Doza Kobanê didome. Siyasetmedar Alp Altinors diyar kir ku beyanên şahidan ku dozger diderewîne di mutalayê de cih digirin û ev jî bi armanca siyasî hatiye kirin.    Rûniştina sêyemîn a danişîna 35’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.   Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin û Omer Farûk Hulaku û gelek kes jî beşdarî danişînê bûn.    ‘DOZGER XWE DIDEREWÎNE’    Siyasetmedarê girtî Alp Altinors di roja sêyemîn de parastina xwe berdewam kir. Altinors bi berfirehî parastina xwe kir û diyar kir ku AKP li şûna ku DAIŞ’ê bidarizîne li dijî siyasetmedarên demokrasîxwaz dozan vedike û berdewamiya vê dozê navborî jî li ser daxwaza AKP’ê pêk tê.    Altinors ku got “Îdiayên dozger têk çûn” destnîşan kir ku beyanên şahidan ku dozger diderewîne di mutalayê de cih digirin û ev jî bi armanca siyasî hatiye kirin. Altinors anî ziman ku beyanên derew ên şahidên veşarî û şahidên navê wan eşkere û îdiayên dozger nayên qebûlkirin û îdiayên derew nîşan didin ku dozger li ser armancên siyasî dixebite.     Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê.