Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin 2023-10-04 16:08:56   AMED - TUAY-DER nerazîbûn nîşanî taloqkirina berdana girtiyê 30 salî Serdar Şitilay da.    Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê têkildarî taloqkirina berdana girtiyê 30 salî Serdar Şitilay ê li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, li avahiya xwe daxuyanî da. TUAY-DER diyar kir ku Serdar Şitilay ji berk u “poşmantiyê” qebûl nekiriye, cezayê wî 6 meh hatiye taloqkirin. Hevserokê TUAY-DER’ê Vahap Gunay di civînê de axivî û diyar kir ku di rewşên wiha de hem girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin.   Gunay anî ziman ku yek ji girtiyên hatiye mexdûrkirin jî Serdar Şitilay e ku 30 sal in girtî ye û divê duh bihata berdan lê ji ber ku ‘poşmantî’ lê hatiye ferzkirin berdana wî bi 6 mehan hatiye taloqkirin. Gunay got tişta ku hatiye kirin neheqî ye û xwest hemû girtiyên kurd ên siyasî bên berdan.    ‘BILA ÊDÎ EV ZILMA WAN BIQEDE’    Bavê Şitilay, Kadrî Şitilay jî diyar kir ku lawê wî cezayê xwe yê 30 salî qedindiye û divê ew duh ji bo berdana lawê xwe biçûna ber girtîgehê lê xebera ku 6 meh cezayê wî hatiye taloqkirin dane wan. Şitilay pirsa, “Desteya Girtîgehê, gelo ji Dadgeha Destûra Bingehîn û wezaretê serdestir e” ji Wezareta Dadê kir û got: “Dibêjin edalet, dibêjin mafên mirovan lê tenê tiştek dikin ew jî eziyetê bi mirovan dikin. Gelo ji eziyeta ku li mirovan dikin zewqê digirin? Êdî bes e. He roj zilmê li me dikin. Em dixwazin ev neheqî û zilm bi dawî bibe.”