ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-05 09:00:07   * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hun diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye astekî wisa ku nema dikare were domandin û wiha got: “Divê li Meclisê komîsyoneke ku hemû partî di nav de were avakirin û ev komîsyon biçe serdana Îmraliyê.”   * Jinên ji rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mifteya azadiyê daye jinan û gotin: “Heke jin xwedî li fikrên Ocalan derkevin, wê dikaribin azadiyê pêk bînin.”   * Rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Gokhan Dayik diyar kir ku li pêşiya tehliyekirina girtiyên nexweş ji qanûnên heyî zêdetir, sedemên siyasî dibin astengî.    * Gundê Heskarê yê Pasûrê li herêmekî çiyayî ye û ji mezrayan pêk tê. Heqê rêya gund ji hezar lîreyan dest pê dike.   * Piştî gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve”, di navbera 6-8’ê cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî dest pê kirin ku weke “Serhildana Kobanê” tên pênasekirin. Di çalakiyan de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi ser bûyeran re 9 sal derbas bûn. Gelo di çalakiyan de çi qewimî û kê çi got?    * Xendek û dîwarên li sînorên Wanê, ji bo penaberan dibin sedema binpêkirinên mafan. Li gor parêzvanên mafên mirovan, rewşa navborî bi taybetî di mehên zivistanê de hîn bêtir dibin sedema mirinê.    * Muzeya Bîrê ya Ji Bo Edaleta Dîrokî ku hewl dide têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de li hemberî bîra fermî bîrekê çêbike, bi pêşangeha xwe ya "Raborî îro ye" rastî eleqeyeke mezin hat.    * Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ku kampanyaya xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet didomîne, wiha bang li ciwan û malbatên wan ên di hedefa polîtîkayên tiryak û fihûşê de ne kirin: "Werin şerê qirêj ji mala xwe, kuçeya xwe, bajarê xwe û xaka xwe biqewirînin."    * Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) dest bi dersên ziman ên heyama nû kir. Kesên ku perwerdehiya xwe kuta bikin dikarin bi sertîfakaya ku werdigirin di asta navneteweyî de jî dersa zimanê kurdî bidin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Li Bajaroka Gundikê Melê yê bi ser Şirnexê ve dê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de şahiya dankutanê bê lidarxistin. ( 09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê kujerê Sakîne Kultur, Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tîmen Taybet ê Silopiyê de hatiye vekrin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (11.10-13.30)   * Komeleya Jinan a Rosayê dê bi dirûşmeya "Jin li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin" dê kongreya xwe li Cemiyeta Rojnamevanan a li Sumerparka Amedê li dar bixe. (13.00)