Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne! 2023-10-05 09:05:34   RIHA - Rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Gokhan Dayik diyar kir ku li pêşiya tehliyekirina girtiyên nexweş ji qanûnên heyî zêdetir, sedemên siyasî dibin astengî.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD);  651 yek jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji 4’ê cotmeha îsal ve herî kêm 29 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Şakran a Îzmîrê krîza dil derbas kir û di 1’ê cotmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Erhan Baştîn jî li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û rapora “Xetere li ser jiyana wî heye” hatibû dayîn. Tevî vê rewşê jî daxwaza tehliyekirina Baştîn hatibû redkirin û Baştîn 2 roj piştre di 19’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.    Midûriyeta Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkan a girêdayî Wezareta Dadê her sal têkildarî girtîgehan daneyan parve dike lê derheqê girtiyên nexweş de tu agahiyan parve nake. Li gorî daneyên ÎHD’ê; tenê li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T ên Rihayê 24 jê rewşa wan giran herî kêm 279 girtiyên nexweş hene.    ASTENGIYA HERÎ MEZIN: NÊZIKATIYÊN SIYASΠ   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Gokhan Dayik nêzikatiya li hemberî girtiyên nexweş nirxand û got ku ji qanûnan zêdetir, li pêşiya berdana girtiyên nexweş astengiya herî mezin nêzikatiyên siyasî ne.    Dayik, got ku divê her girtî di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê bên ragirtin û ev tişt anî ziman: “Nexwe her sepanek dikeve ber sûcê îşkence û miameleya xerab. Girtiyên nexweş heta tên ber mirinê di girtîgehê de tên ragirtin û ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye. Mafê herî bingehîn tê binpêkirin.”    DIVÊ CUDAKARÎ NEYÊ KIRIN   Bi domdarî Dayik bi lêv kir ku serokkomarê AKP’î Tayyôp Erdogan bi efûya taybet hinek girtiyan ber dide û wiha got: “Di rewşên weke nexweşiyên domdar, astengdarî û pîrtiyê de dikare bi efûya taybet berde û ev li gorî qanûnan e. Lê dema em li kesên ji vî mafî sûd girtîn dinêrin, dibînin ku bi eşkereyî cihêkariyê dikin. Ev cihêkarî li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Hinek kes li gorî kategoriyên sûc ji girtîgehê tên derxistin û hinek jî nayên berdan. Kesên kal ên ku êdî nema dikarin di girtîgehê de bimînin û girtiyên nexweş divê bêyî cihêkarî were kirin bên berdan.”   DEMA DIKEVIN NAVA NIVÎNÊN MIRINÊ TÊN BERDAN!   Di berdewamê de Dayik bi lêv kir ku dema girtiyên nexweş tên ber mirinê tên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekî kin piştre jî jiyana xwe ji dest didin. Dema tedawiya wan pêkan, di şert û mercên giran ên girtîgehê de rewşa wan giran dibe. Dema ku nexweşiya wan pêş ket û rewşa wan giran bû jî tên berdan. Anku kuştineke bi demê re hatiye vehêlandin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Mafê herî bingehîn tê binpêkirin. Mafê her girtiyekî yê tedawiyê heye lê pêk nayînin.”    'EM MECBÛR IN KU BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’    Dayik, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku girtiyên nexweş bikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin û tedawiyên wan di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên kirin, divê hemû rêxistinên girseyî yên birêxistinkirî bikevin nava tevgerê. Peywireke baro û rêxistinên hiqûqê ya weke parastina mafên mirovan heye. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê niha çalak nîne û divê baro û komeleyên mafên mirovan wê komîsyonê bêxin nava liv û tevgerê. Di Destûra Bingehîn de qanûneke ku rê li ber tehliyekirina girtiyên nexweş bigire tune ye. Lê di pêkanîna qanûnan de pirsgirêk heye. Girtiyên nexweş ji ber nêzikatiyên siyasî nayên tehliyekirin. Li dijî vê jî divê em li her deverê bibin dengê girtiyan û van saîkên siyasî ji holê rakin. Îşkence û miameleya xerab sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev her kesî eleqedar dike. Em mecbûr in ku bibin dengê girtiyên nexweş. Di serî de girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, divê hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”    MA / Emrûllah Acar