Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin 2023-10-05 09:09:40   WAN - Xendek û dîwarên li sînorên Wanê, ji bo penaberan dibin sedema binpêkirinên mafan. Li gor parêzvanên mafên mirovan, rewşa navborî bi taybetî di mehên zivistanê de hîn bêtir dibin sedema mirinê.    Penaberên ku ji bo biçin welatên Ewropayê û ji bo vê didin rê, yek ji rawestgeha wan a ewil Wan e. Wan, ji ber ku bajarekî li sînor e, her sal bi hezaran penaber berê xwe didin wê. Pirnaiya penaberan, ji Afxanistan û Îranê tên. Penaber, di rêya koçberiyê de bi gelek xetereyan û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin; qerisandin, destavêtin, destdirêjî, şêlandin, heqaret, birçîbûnî... Lê belê dîwarên ku li sînorên Îdir, Agirî, Wan û Colemêrgê hatine lêkirin û xendekên hatine kolandin, van binpêkirinan zêdetir dikin. Di salên dawî de di xendekên hatine kolandin de cenazeyên gelek penaberan hatin dîtin. Her wiha hejmara penaberên ku gava hewl didin dîwaran derbas bikin jî, ne hejmareke kêm e.    NAVENDÊN PAŞVEŞANDINÊ   Ji Komîsyona Penaberan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Hamdî Bayhan ku pirsgirêkên penaberan nirxandin, diyar kir ku penaber li Tirkiyeyê rastî gelek pirsgirêkan tên. Bayhan got: "Piraniya penaberan li cihên pir xirab dimînin. Di warê xwarin û vexwarinê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rûd imînin. Nikarin sûdê ji mafên tenduristiyê bigirin. Ji bo biçin welatine din tên vir, lê bi salan li van deran dimînin."   Bayhan ragihand ku penaberên li Navendên Paşveşandinê tên ragirtin jî di şert û mercên dijwar de tên ragirtin û wiha pê de çû: "Em dem bi dem binpêkirinên mafan dibihîsin. Li van navendan îzolasyoneke mutleq heye. Ne parêzer dikarin têkevin hundir ne jî derfetên hevdîtinê hene. Ji penaberan re dibêjin, 'ge rhûn hevdîtinê bi parêzeran re bikin dê ji bo we qet nebaş be.' Berê li Wanê hêzên dewletê dest dirêjî penabereke ji Îranê kiribûn. Bûyerên bi vî rengî çêdibin. Ev der cihên girtî ne û agahîwergirtin pir zehmet e."   KEDXWARÎ   Bayhan anî ziman ku her wiha penaber wekî hêza karî ya erzan tên dîtin û got: "Di piraniya xebitandina netomarkirî de penaber hene û binpêkirinên mafan ên giran rû didin. Penaberên 5 mehan dixebitin, tenê heqdesta mehekê distînin. Penaber nikarin van pêvajoyan bişopînin, nîqaş bikin û bilêv bikin. Ji lew re fikara wan ku wan bişînin navendên paşveşandinê heye. Tevî ew qas binpêkirinan jî ji bêgavî xwe li bêdengiyê datînin. Li hemberî penaberan kedxwarî heye."    DÎWAR Û XENDEKÊN LI SÎNOR   Bayhan anî ziman ku dîwar û xendekên li sînor jî mafê îlticayê binpê dikin û binpêkirina mafan e û got: "Budçeya ji bo kolandina xendekan û lêkirina dîwaran ji budeya welatên Yekîtiya Ewropayê tê dabînkirin. Ji lew re Tirkiye, ji bo Yekîtiya Ewropayê depoya penaberan e. Ev jî binpêkirinek e. Kesên Danezana Mafên Mirovan danîne holê, danezana xwe binpê dikin. Ji ber xendekên hatin çêkirin û dîwarên hatine lêkirin, gelek penaber jiyana xwe ji dest didin. Di warê derbaskirina xendek û dîwaran de gelek zehmetiyê dikişînin. Dîwar û xendek dibin sedema binpêkirina mafê jiyanê."    'ÇÊKIRINA DÎWAR Û XENDEKAN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'    Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedê Husnu Urgun jî destnîşan kir ku mafên bingehîn ên her ferdî hene. Urgun bilêv kir ku penaber ji van mafan sûdê wernagirin û wiha got: "Dewlet jî ji bo pêkanîna van mafan hene. Lê gava hûn êze dikin, li seranserê sînor xendek û dîwar hatine çêkirin. Ev di warê mafê mirovan de trajediyek e. Li sînor lêkirina dîwaran û çêkirina xendekan binpêkirina mafên mirovan e, trajediyek e. Ji ber van dîwar û xendekan her sal zivistanê bi dehan penaber jiyana xwe ji dest didin. Saziyên têkildar bersivê nadin me."    Urgun anî ziman ku divê çêkirian xendekan û lêkirina dîwaran bê sekinandin û got ku divê xwedî li mirovên ku ji ber sedemên mecbûrî tên sînor bê derketin.