'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin' 2023-10-05 09:11:13   ÊLIH - Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ku kampanyaya xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet didomîne, wiha bang li ciwan û malbatên wan ên di hedefa polîtîkayên tiryak û fihûşê de ne kirin: "Werin şerê qirêj ji mala xwe, kuçeya xwe, bajarê xwe û xaka xwe biqewirînin."    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di 5'ê tebaxê de kampanyaya xwe ya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet" a li dijî polîtîkayên şerê taybet ragiahdnibû. Endamên Meclisa Ciwanan ku di çarçoveya kampanyayê de li Êlihê bi gel re dicivin, mal bi mal digerin û polîtîkayên şerê taybet ji gel re dibêjin.    Endamên Meclisa Ciwanan ku li taxan belavokan belav dikin, di hevdîtinan de hewl didin ku ciwanên daxilî nava tiryak û fihûşê bûne, serwext bikin û rizgar bikin.    ‘ARMANC TESLÎMGIRTINA HIŞÊ CIVAKÊ YE'   Endamê Meclisa Ciwanan Adnan Vûral got: "Qadên polîtîk, civakî, çandî, aborî û leşkerî hemû di çarçoveya şerê taybet de ne. Lê belê şerê taybet ewilî li ser hişê civakê û ferdan hûr dibe. Armanca wan a sereke teslîmgirtina hişê civakê ye. Gava hiş bê kolekirin, ên dên dê li dû werin. Lewma divê lêgerînên azadiyê û gel ewilî li ser avakirina hişmendiyê tevbigerin. Pergal bi awayekî piralî êriş dike û rê li ber berbelavkirina tiryak û fihûşê vedike. Tiryakfiroş, rê li ber bikarhêneran dixin. Gava ciwan bi tiryakê re eleqedar dibin, pergal jî polîtîkayên asîmlasyonê pêk tîne."    PIŞTGIRIYA MALBATAN   Vûral anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de du meh in kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin û bi şêniyên bajêr re kom dibin û got: "Desthilata AKP-mHP'ê hebûna xwe li ser esasê înkarkirin û qirkirina gelê kurd ava kiriye. Ji bo vê jî serî li her rêyê dide. Serî li tiryak, fihûş, asîmlasyon, sîxurtî, êrişên li nirxan, tecrîd, detsdirêjî hwd. dide. Em jî li diî vê daketin qadan. EM li parkan, kuçeyan, taxan û li malan bi gel re tên cem hev du."    Vûral da zanîn ku tenê ne bi ciwanan re bi malbatan re jî dicivin. Vûral bang li malbatan kir ku li dijî êrişên pergalê li gel ciwanan li ber xwe bidin û van polîtîkayên desthilatê pûç bikin. Vûral wiha domand: "Helwesta malbatan pir baş e. Dibêjin ev kampanyayeke derengmayî ye û piştgiriya xwe radigihînin. Doza berxwedaneke hevpar dikin ji bo pûçkirina lîstikên qirêj ên pergalê. Ev helwesta malbatan ji bo me dibe cihê moraleke mezin."    ‘EM BI HEV RE KAMPNAYAYÊ XURT BIKIN'   Vûral bilêv kir ku di dema kampanyayê de bi astengiyên polîsan re jî rû bi rû dimînin û got: "Em bi xebatên xwe dixwazin pêşîli ber tiryak û fihûşê bigirin. Ji bo vê jî em hevdîtinan bi ciwan û malbatan re dikin. Ev yek çima polîsan nerihet dike? Çima pêşî li ber me digirin? Ev hewldanên ji bo astengkirinê di esasê xwe de nîşan didin ku desthilata AKP-MHP'ê şerê taybet çawa dimeşîne."    Vûral destnîşan kir ku dê zebatên xwe zêdetir bikin û wiha bang kir: "Werin em bi hev re vê kampanyayê bi rê ve bibin. Werin em şerê qirêj ji mala xwe, kuçeya xwe, bajarê xwe û xaka xwe biqewirînin."    MA / Fethî Balaman