Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin 2023-10-05 09:47:40 ENQERE - Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) dest bi dersên ziman ên heyama nû kir. Hevserokê Komeleyê Zekî Gonultaş got ew li dijî polîtîkayên pişaftinê ji bo parastina zimanê kurdî têdikoşin.    Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) ku ji sala 2022’yan ve li Enqereyê xebatên xwe bi rê ve dibe, di heyama nû de dîsa dest bi dersên zimanê kurdî kir. Anka-Der li gel dersên ziman her wiha xebatên çand û hunerî jî bi rê ve dibe.    Hevserokê Anka-Derê Mehmet Zekî Gonultaş têkildarî heyama nû û xebatên komeleyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew xwe ji bo heyama nû amade dikin. Gonultaş got wê di vê meha cotmehê de ders dest pê bikin.   ‘POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ LI SER ZIMANÊ KURDÎ DIDOME’    Gonultaş bi bîr xist ku piştî KURDÎ-DER li Enqereyê bi KHK’a sala 2016’an hat girtin saziyên ku dê perwerdehiya ziman bidana nemabûn û wan li ser hewcedariyê Anka-Derê vekirine. Gonultaş diyar kir ku komeleya wan eleqeya ciwan, xwendekar û welatiyên kurd dikişîne û got: “Polîtîkayên pişaftinê li ser zimanê kurdî hene. Îro bi milyonan zarokên kurd bi zimanê xwe nikarin perwrdehiya zikmakî bibînin. Li saziyên fermî yên dewletê zimanê kurdî hê jî nayê qebûlkirin. Di meha bihûrî de Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca gotibû ku wê pergala e-reçete bi zimanan xizmetê bide, lê zimanê kurdî nava wan zimanan de nîne. Em behsa mafê hemwelatiya wekhev dikin. Em qala mafê zimanê dayikê dikin. Em dibêjin pêwîste zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwrdehiyê. Ev rewş ji hewcedariyê wêdetir mafê me yê mirvî ye û em ê vê her tim bêjin.”    ‘EM JI BO ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ TÊDIKOŞIN’   Gonultaş anî ziman ku armanca wan ew e ji bo zindîhiştina kurdî têbikoşin û got: “Em di astekî de rê li ber pişaftinê digirin û em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em ji bo mafê perwerdeya bi zimanê xwe li ber xwe didin. Me komeleyê bi armanca parastin û li pêşxistina zimanê kurdî ava kir. Ji bo kurd zimanê xwe ji bîra nekin, dikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin, bi zimanê xwe hunerê bikin, ev komeleyên bi vîr engî hatine avakirin.”    BI SÊ ASTAN Û PAŞÊ ASTA MAMOSTETIYÊ   Gonultaş destnîşan kir ku ew bi zaravayên kurmancî, zazakî ve soranî yên kurdî dersan didin û wiha axivî: “Xelkê me yên li Enqerreyê eleqeyek baş nîşanî dersên me didin. Em di sê astan de dersan didin. Piştî ku xwendekar her sê astan diqedînin, dikare beşdarî asta dersa mamostetiyê bibe. Em sertîfaka didin xwendekarên xwe. Me sala par 34 sertîfa dan xwendekarên xwe. Şagirtên me ku mamostetiyê heq dikin, dikarin paşê li saziyek din dersê bidin xwendekaran.”    ‘XEBATÊN LI SER KURDÎ TÊR NAKIN’    Gonultaş anî ziman ku gelek komele hene ku li ser zimanê kurdî dixebitin û ew hemû komele û saziyan bi nirx dibînin. Gonultaş da zanîn ku her çiqas gelek sazî û xebatên ziman hebin jî lê têra bi milyonan kurdan nakin û ev sazî bi tena serê xwe nikarin ziman rizgar bikin û li pêş bixin.    ‘DERSÊN HEYAMA NÛ DEST PÊ DIKIN’    Gonultaş diyar kr ku di kargêhên heyama nû de wê ji sê mehan carek dersan bidin destpêkirin û got: “Perwerdehiya me li ser ziman û hunerê berdewam dikin. Wê van rojan dersên me dest pê bikin. Niha hê jî qeydên me didomin. Em polên xwe ava dikin. Wê bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî polên me bên vekirin.”