21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin 2023-10-05 11:09:43   STENBOL - 21 kesên piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk li Stenbol û Kirklareliyê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Giştî ya li qada Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk bi çekên giran û bombeyan çalakî hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyê di 2’yê cotmehê de polîsan li Stenbol û Kirklareliyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyên ku 4 rojin li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.    Hat zanîn ku di îfadeyên li emniyetê de têkildarî name û pereyên ji girtîgehan re hatine şandin pirs hatine kirin.    Piştî çalakiya li Enqereyê, li 18 bajaran bi ser malan de hatibû girtin û bi sedan kes hatibûn binçavkirin.