Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî 2023-10-05 12:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir êrişek hate kirin. Piştî êrişê îro jî 24 kes hatin binçavkirin. Di operasyona ku navenda wê Riha de 20 jinên hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê êrişek hate kirin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî êrişî hatin destpêkirin didomin. Di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. 21 kes piştî kirariyên miduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin.    LI RIHAYÊ 20 JIN HATIN BERDAN   Di operasyonên li 16 bajaran 3’yê cotmehê hatin lidarxistin de hate aşkerekirin ku 55 kes hatine binçavkirin. Di operasyona navenda wê Rihayê de li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê gelek jê penaber, gelek kes hatin binçavkirin.    20 jinên ku hatibûn binçavkirin piştî kirariyên miduriyeta polîsan duh bi şev hatin berdan. Jinên ku bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin, derbarê “Saziya Ewlekariya Leşkerî (SEL)” ku hate îdiakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji wan pirs hatin pirsîn.    Hate diyarkirin ku hatiye xwestin kesên di nava vê avaniyê de cih digirin bên teşhîskirin û navnîşanên malên wan hatiye pirsîn. Hate zanîn ku 4 penaberên jin ên hatin berdan ji bo dersînor bikin birine Navenda Paşve Şandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr.    Tê payîn ku îro dê dest bi wergirtina îfadeyên 35 kesên di bin çavan de ne bê kirin.    Di 4’ê cotmehê de li 15 bajaran 37 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê binçavkirin çêbûne. Hat ezanîn ku kesên hatine binçavkirin bi parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine sûcdarkirin.    24 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku îro jî di serdegirtinên malan ên li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê de 24 kes hatine binçavkirin.    HERÎ KÊM 136 KES HATINE BINÇAVKIRIN   Bi operasyona îro hatiye kirin re hejmara kesên di 4 rojan de hatin binçavkirin herî kêm bû 136. 20 jin hatin berdan û kirariyên kesên din ên li miduriyeta polîsan û dozgeriyê didome.