Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin 2023-10-05 14:36:21   ŞIRNEX - Ji ber qetilkirina Sakîne Kultur, derheqê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin de doz hatibû vekirin. Biryar hate dayîn ku telefona din a li ser Barkin hatiye dîtin jî were lêkolînkirin.    Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 13’ê gulana 2022’yan de li navçeya Silopiyayê jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir. Derheqê kujer Barkin de bi sûcê “Kuştina plankirî û ya bi ezyet” doz hate vekirin. 5’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin.    Parêzera Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê û şaredariyê, parêzera Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê  tev li danişînê bûn. Bersûc Îbrahîm Barkin jî ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerê bersûc hincet nîşan da û tev li danişînê nebû.    HAT XWESTIN KU LI ŞEXSÊ PÊ RE HEVDÎTIN KIRIYE WERE GUHDARÎKIRIN    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzeran xwestin ku rewşa girtî ya bersûc bedewam bike. Parêzeran da zanîn ku di roja bûyerê de Barkin saet derdora 23.30’an de bi şexsê bi navê Mehmet Gunduz Tatar re hevdîtin kiriye û xwestin ku di rûniştina din de li vî şexsî were guhdarîkirin. Her wiha parêzeran gotin ku di dema bûyerê de telefoneke din jî li ser Barkin hatiye desteserkirin û xwestin ku ev telefon jî were lêkolînkirin.    Dozger, xwest ku kurê Sakîne Kultur ê bi navê Mehmet Kultur di danişîneke din de bi darê zorê bînin dadgehê,  telefona din a Barkin were lêkolînkirin û rewşa girtî ya bersûc bidome.    BARO HEDEF GIRT   Kujer Barkin jî di parastina xwe de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Şirnexê hedef girt. Li ser vê yekê şandeyê gotinên wî birî û jê pirsî bê ka dê li dijî mutalaayê parastinê bike yan na. Barkin got ku li dijî gotinên dozger tu gotinên wî nînin.    TALOQÎ 5’Ê KANÛNÊ HATE KIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Barkin bidome, Mehmet Kultur bi darê zorê bînin rûniştina din û telefona Barkin a din were lêkolînkirin.    Danişîn taloqî 5’ê kanûnê hate kirin.