Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin 2023-10-06 07:48:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Ahmet Kanbal li Mêrdînê di serdagirtina malê de hat binçavkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotayayê (MA) Ahmet Kanbal di serdagirtina mala xwe ya li Mêrdînê de hate binçavkirin. Di serdagirtinê de polîsan dest danî ser telefon û komputera Kanbal. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku Kanbal birine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.