Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin 2023-10-06 08:43:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Li 11 bajaran di encama serdegirtinên malan de 75 kes hatin binçavkirin.    Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiyê hatin destpêkirin didomin. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin.    MÊRDÎN Û COLEMÊRG   Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal li Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Li navçeya Gever a Colemêrgê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Şewirmendê parlamentera Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartinê Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ûgûr Şedal, Bariş Ozçuk, Emîn Ertûş, Agît Koca, Serhat Aşkan û Îsa Terzîoglû.    Hate zanîn ku di serdegirtinên malên Ozçuk û Ozeken de ferdên malbatê yên bertek nîşanî polîsan dane hatine derbkirin.    ÎZMÎR   Di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokên HDP'a Bûcayê Nîhat Turk û Azîze Çelîk û Şenay Ûlûsan û Dîlan Ûlûsan hatin binçavkirin.    POLÎSAN BI SER MUCADELE BÎRLÎGIYÊ DE JÎ GIRTIN    Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku bi ser rojnameya wan de jî hatiye girtin. Di parvekirinê de hate diyarkirin ku Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel û Sena Şat a di lijneya nivîsê ya di kovarê de cih digire hatine binçavkirin. Di parvekirinê de hate destnîşankirin ku sedema binçavkirinan "endamtiya rêxistinê" ye û wiha hate gotin: "Yek ji kesa serê vê sibê hate binçavkirin Nûran Guvenîlîr a xwînereke Mûcadele Bîrlîgiyê ye. Operasyonên di demên dawî de li dijî şoreşger û welatparêzan tên kirin nikarin şoreşgeran rawestînin. Bila binçavkirî bên berdan. Serê sibê deriyê Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê jî şikandin û bi ser de girtin."   Her wiha hate ragihandin ku di serdegirtinê de pirtûk û ewraq hatine belavkirin û hard dîskên kompîtûran, wênegir û kompîtûr hatine desteserkirin.     KOCAELÎ, STENBOL, MÛGLA Û BÛRSA    Li Kocaelî, Stenbol, Bûrsa û Mûglayê jî herî kêm 11 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Hevseroka HDP'a Kocaeliyê Aynûr Sento, rêvebera HDP'a Gebzeyê Şaziye Zorba, endamên HDP'ê Şenay Butun, Semîne Guneş, welatî Abdûrrahîm Demîrkaya, Ahmet Akboga û Ezgî Akçûkûr li Kocaeliyê hatine binçavkirin. Rêveberê HDP'a Kartalê Bulent Tûran û rêvebera HDP'a Stenbolê ya berê Fener Gunana li Stenbolê, endamê HDP'ê Velî Akbûlût li Bûrsayê û Ayşe Berktay jî li Bodrûmê hatiye binçavkirin.    Hate zanîn ku kesên li Bûrsa, Bodrûm û Stenbolê hatine binçavkirin dê bibin Kocaeliyê.    MÊRSÎN    Li Mêrsînê jî ciwanên bi navê Cafer Adsay û Hamdullah Ozen û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.